KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwfq serê 53
  • Çira Şedên Yehowa Tevî Meriva Nakevine Dewê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Şedên Yehowa Tevî Meriva Nakevine Dewê?
  • Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Têmên Mîna Wê
  • Bi Gliyên Qenc, Meriya Hêlan ke û Qewî ke
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
ijwfq serê 53
Şedên Yehowa caba mêrik nadin yê ku dixwaze tevî wan bikeve şer-dewa

Çira Şedên Yehowa Tevî Meriva Nakevine Dewê?

Çaxê Şedên Yehowa caba her neheqiya û qerfa nadin yên ku himberî wan pêşda tînin, bi vê yekê ewan şîreta Kitêba Pîroz tînin sêrî. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewê ku pêkenî şîret dike, ew bêhurmetiyê ser xweda tîne” (Metelok 9:7, 8; 26:4). Dewsa ku badîhewa berxwe kevin û bikevine şer-dewa, bona neheqiyên ku li himberî me derdixin, em dîna xwe didine ser vê yekê ku dilê Xwedê şa bikin (Zebûr 119:69).

Hemikî “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Mera hewas e tevî merivên dilsax xeber din, yên ku rastiyê digerin, û em tevî meriva nakevine dewê. Bi vê yekê em çev didine Îsa û gura hînkirinên wî dikin, û usa jî çev didine Mesîhiyên qirna yekê.

  • Îsa caba tu kesî neda çaxê li ber Pîlato neheqî li wî kirin (Metta 27:11-14; 1 Petrûs 2:21-23). Ewî hingê jî caba wan neda gava wî neheq dikirin ku ew pey xwarin û vexwarinê ketî ye. Îsa pê prînsîpa “serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe” dijît, û bi vê yekê kirên wî pêş wîva xeber didan (Metta 11:19). Lê çaxê lazim bû, ewî bi mêrxasî caba wan dida, yên ku buxdan davîtine wî (Metta 15:1-3; Marqos 3:22-30).

    Îsa şagirtên xwe hîn dikir, wekî rûyê neheqiyên ku li wan têne kirinê, dilteng nebin. Ewî got: “Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin” (Metta 5:11, 12). Carna ev neheqî mecal vedikirin, ku şagirt şedetiyê bidin. Îsa soz da wan ku derecên usada ewê bi vî cûreyî alî wan bike: “Ezê zar-ziman û serwaxtiyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin” (Lûqa 21:12-15).

  • Pawlosê Şandî Mesîhiya şîret dikir wekî tevî miqabila nekevne şer-dewa, çimkî “ew bêkêr û bêkar in” (Tîto 3:9; Romayî 16:17, 18).

  • Petrûsê Şandî Mesîhiya hêlan dikir ku her derecada piştgiriya baweriya xwe bikin (1 Petrûs 3:15). Xêncî vê yekê ew qayîl bû, ku diha baş e kirên meriv pêş wîva xeber din, ne ku giliyên meriv. Petrûs nivîsî: “Ev e qirara Xwedê, ku hûn bi qencîkirinê dengê merivêd bêhişe nezan bidine birînê” (1 Petrûs 2:12-15).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin