KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g19 № 2 rûp. 6-7
  • Milûktî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Milûktî
  • Hişyar Bin!—2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI TÊ HESABÊ MILÛKTÎ?
  • ÇIMA MILÛKTÎ FERZ E?
  • ÇAWA ZARA HÎN KIN MILÛK BIN
  • Yehowa Xizmetkarên Xweyî Milûk Qîmet Dike
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Zara Hînî Milûktiyê Bikin
    Hişyar Bin!—2017
  • Çiqas ji We Dikeve, ji Wê Zêdetir Ser Xwe Nefikirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hişyar Bin!—2019
g19 № 2 rûp. 6-7
Gede gemarê davêje

Dersa 2

Milûktî

ÇI TÊ HESABÊ MILÛKTÎ?

Merivê milûk qedirê yên din zane. Ev meriya nimiz nake û hîviyê nîn, wekî ewana bi cûrekî xwe hindava wî kifş kin. Merivê milûk bi dil bona meriya xem dike û hazir e ji wana hîn be.

Hine meriv difikirin ku merivê milûk yekî sist e, lê ev usa nîne. Bi rastî merivê milûk yekî qayîm e, çimkî sistbûnên xwe zane û fem dike ew çi dikare û çi na.

ÇIMA MILÛKTÎ FERZ E?

  • Milûktî hîmê heleqetiya baş e. Kitêbekîda “The Narcissism Epidemic” usa tê gotinê: “Merivên milûk hêsa tevî meriya hevaltiyê dikin . . . û hêsa ziman meriyara divînin”.

  • Milûktî hîmê axiriya baş e bona zara. Çaxê  m zarê hîn dikin ku milûk be, ev yek wîra karê tîne û axiriyêda jî wê wîra hêsa be, çaxê ew destpêke xebatê xwera bigere. Psîkolog Lêonard Saks kitêba xweda usa nivîsiye: “Hergê zar xwe ji yên din çêtir hesab dike û sînorên xwe nizane, ew çaxê mezin be xwera xebatê bigere, wê wî hilnedin. Çimkî xeberdana wîda milûktî wê neyê kifşê. Lê hergê cahil fem dike ku mezinê xebatê çi ji wî dixwaze, û bona wê yekê xem dike, merivê usa dikarin hildin ser xebatê”.a

ÇAWA ZARA HÎN KIN MILÛK BIN

Alî zarê bike wekî zef xwerazî nîbe.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne” (Galatî 6:3).

  • Zarê hîn ke, wekî bi rêalî ser jîyînê binihêre: Gilî gotinên usa ça “Hemû nêtên te bêne sêrî” yan jî “çi jî bixwazî tuyê bistînî”, bi logîkî têne kifşê lê bi rastî jîyîna meda usa naqewime. Zarên we wê hinge diha pêşdaçûyî bin, hergê ew nêtên rêalî daynin pêşiya xwe û bona wê yekê qewatê bidine xebatê.

  • Bêje seva çi payê wan didî. Çaxê payê zarê didî, timê konkrêt bêje seva çi payê wî didî, çimkî ew dikare bifikire, ku ji hemûya çêtir e.

  • Îznê nede zarê, wekî gelek wext ber malperên sosîal derbaz ke. Gelek car sosîalêda meriv derheqa xwe gilî dikin, ku ewana gihîştine çi û pê wê yekê payê xwe didin. Usa zar wê nikaribe hîn be wekî milûk be.

  • Zarên xwe hîn ke derbêra baxşandinê bixwaze. Alî zara xwe bike, wekî ew şaşiya xwe bivîne û qebûl ke.

Razîbûnê nav zarên xweda pêşda bîne.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Şêkirdar bin” (Kolosî 3:15).

  • Zarê hîn ke, wekî efirîna qîmet ke. Zarên xwe hîn ke wekî razîbûna xwe bidine kifşê seva hemû tiştên efirandî û fem bikin, ku bona jîyîna me ev ferz in. Mera lazim e hewa ku bîna xwe bikişînin, av ku vexwin û xwarin ku bixwin. Ewan mesela bide xebatê, seva ku razîbûna zarên te hindava wan tişta, pêşda bê.

  • Zarên xwe hîn ke, meriya qîmet kin. Bike bîra zara xwe, wekî her kes tiştekîda ji wî çêtir e. Lema jî dewsa ku ew çevnebariyê yên din bike, xwexa gerekê ji wana hîn be.

  • Zarên xwe hêlan ke, ku razîbûna xwe bidine kifşê. Zarê hîn ke, ku ew bêje “zef razî me”. Û ev ne ku tenê gerekê gilî bin, lê ji dil bin. Çaxê razîbûnê didine kifşê, ev yek alîkariyê dide ku milûk bin.

Zarên xwe hîn ke alî yên dinêna bikin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:3, 4).

  • Bihêle, ku zar şixulê malê bike. Hergê nehêlin ku zar şixulê malê bike, ew dikare bifikire ku ev şixul nehêjayî wî ye. Zar gerekê fem bike, ku pêşiyê ew gerekê bike wan şixula ku tesmîlî wî kirine, û paşê here bilîze. Zarêra şiroweke, wekî gava ew alî meriya bike, ew yek karê dikare bîne, meriv wê ji wî razî bin û şixulê wî qîmet kin.

  • Zarêra şiroweke, ku alîkariyê bidine meriva, ev tişteke qenc e. Çaxê zar alîkariyê dide meriva, ev yek alî wî dike, bibe merivekî baş. Alî zarê bike, ku bikaribe têderxe hela kîra û çi cûre alîkarî lazim e. Tevî wî şêwir ke, ku çi cûreyî ew dikare evê yekê bike. Payê zarê bide û piştgiriya wî bike, çaxê ew alî yên din dike.

a Ji kitêba “The Collapse of Parenting”

Gede gemarê davêje

ZARA XWE BIÇÛKTAYÊDA HÎN KE

Zara ku hîn dibe şixulên malê bike, milûktiyê hîn dibe, û axiriyêda jî wê bibe merivekî baş

Zarên Xwera Bibe Mesela Baş

  • Ez divêjim zarên xwe, ku carna mira jî lazim e alîkariya merivên din?

  • Hindava merivên din ez razîbûna xwe didime kifşê û derheqa wan ez tiştên baş xeber didim yan xirab?

  • Zarên min divînin, wekî ez hiz dikim alî meriya bikim?

Gotina Hine Dê-Bava

“Qîza me derheqa hevala xweyî mektebêda got, wekî tu kes lê hiz nake, çimkî ev gişka eciz dike. Min gote wê wekî bifikire, ku dibeke mala wê keçikêda gelek problêm hene. Him jî min gotê, wekî her kes bi cûrekî mayîn mezin dibe. Evê yekê alî qîza me kir, ku fem ke, wekî ew ji yên din çêtir nîne” (Karên).

“Me qîzên xwera digot, wekî baş hîn bin mektebêda, hemû tiştî bikin çiqas qewata wan digihîjê, û xwe beramberî yên din nekin. Em dixwazin wekî zarên me bizanibin, ku em wana beramberî tu kesî nakin” (Marîana).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin