KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g19 № 3 rûp. 12-13
  • Ruhaniya Te

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ruhaniya Te
  • Hişyar Bin!—2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HÊVÎ
  • CABÊN PIRSÊN GIRÎNG
  • PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ
  • Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
    Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
  • Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê
    Hişyar Bin!—2018
  • Çi Tê Hesabê Bibine Merivê Ruhanî? Gelo Ez Dikarim Bê Rêlîgiya Bibime Merivê Ruhanî?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Alîkariya Zêde bona Dê-Bava
    Hişyar Bin!—2019
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2019
g19 № 3 rûp. 12-13
Kulfet di baxçêda rûniştî ye û difikire

Ruhaniya Te

Gotara pêşinda hatibû gotinê, wekî gelek meriv Xebera Xwedê hesab dikin, ça kitêbeke pîroz. Wana têderxistiye, ku çaxê Kitêba Pîroz dixûnin û rêberiya vê jîyîna xweda didine xebatê, ewana xwe diha nêzîkî Xwedê texmîn dikin û qirara wî fem dikin.

Merivê ruhanî prînsîpên Xwedê qîmet dike û bi wan prînsîpa rêberî dibe (Cihûda 18, 19). Merivên ku naxwazin rêberiya Xwedê bistînin, ewana xweda îtbar in, lê ewên ku rêberiya Xwedê digerin, evê yekê qîmet dikin (Efesî 5:1).

HÊVÎ

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Heger tu tengasiyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î” (Metelok 24:10).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Ji bo diltengiyê em dikarin qu-dûm bikevin, ji bo çi jî wê mera çetin be problêmada teyax kin. Xêncî wê yekê, hêvî dikare me qewî ke, wekî xwe qayîm bigirin. Gava hêviya me qewî ye, em fem dikin, ku problêmên me wedelû ne. Bi rastî tiştên baş pêşiya me ne.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Bixebite ku derheqa tiştên baş bifikirî, ku axiriyêda hîviya me ne. Dewsa ku berxwekevî derheqa wê yekê ku çi dikare biqewime, wê baş be bixebitî ku bigihîjî nêtên xwe. Bîr neke, wekî tu kes ji wext û qewimandina xweykirî nîne (Waîz 9:11). Bi rastî bêjin, gelek car hemû tişt baş derbaz dibe, ne ku usa çawa em difikirîn. Derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda meselek hatiye dayînê: “Tova xwe sibehê biçîne û heta êvarê aramiyê nede destê xwe; ji ber ku tuyê nizanibî ev an ew wê qenc bibin, an jî her du pevra di yek derecêda wê qenc bibin” (Waîz 11:6).

CABÊN PIRSÊN GIRÎNG

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tu şehrezayî bide . . .peyvên te rastî ne” (Zebûr 119:144, 160).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide, kîjan ku gelek meriv didin. Mesele ev caba pirsên usa dide:

  • Çima em dinê ketine?

  • Çima em diçerçirin?

  • Çi diqewime paşî mirinê?

  • Li axiriyê çi hîviya me ye?

Bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayêda, jîyîna xweda diha bextewar bûne, gava bi Kitêba Pîroz caba wan pirsa standine.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Pêbihese hela Kitêba Pîroz çi hîn dike. Ji Şedên Yehowa bixwaze ku alî te bikin Kitêba Pîroz fem bikî. Bikeve malpera me jw.org, yan jî were ser civatên me, kîjan ku bêpere ne û derî seva hemûya vekirî ne.

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Kulfet dinihêre vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” Li ser jw.org

Binihêre vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”. Ev li ser 880 zimana zêdetir heye

HEWCÊN XWEYÎ RUHANÎ TÊDERXE.

“Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (METTA 5:3).

HÊ ZÊDE DERHEQA XWEDÊ PÊBIHESE.

“Wî bigerin . . . belkî bipelînin bibînin . . . Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (KARÊN ŞANDIYA 17:27).

KITÊBA PÎROZ BIXÛNE Û SER BIFIKIRE.

“Lê zewqa wî, tim di Yasayên [Qanûnên] Yehowada yea; bi şev û roj li ser Yasayên wî kûr difikire. . . . Û her karên ku bi kar tîne jî baş dimeşe” (ZEBÛR 1:2, 3, DO).

a Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin