Hine Meriv Çi Bawer Dikin
Hinduîzm
dibêje, wekî meniya kul-derdên meriva ew e, ku wana jîyîneke dinda gunên giran kirine. Lê hergê meriv hîn be gelek dîna xwe nede tiştên fîzîkiye vê dinyayê, hingê ew dikare bigihîje “mokşayê”, dêmek azaya wê yekê, ku tezeda ça kesekî din neyê bûyînê.
Misilmantî
dibêje, wekî kul-derd ev heye cezakirin bona gune û cêribandina baweriyê. Sayîd Sîd, serokê Civaka Îslamî yê Amêrîkaya Bakurê, dibêje wekî kul-derd û qezî seva vê yekê ne, ku em bîr nekin “timê ji Xwedê razî bin bona hemû kerema û fem bikin, ku em gerekê alîkariyê bidine wan hemûşka, kî ku hewce ne”.
Cihûdî
dibêje, wekî kul-derd ev heye heqê kirên benda. Hine Cihû bawer dikin, wekî merivên neneheq wê ji mirinê rabin û hindava wanda wê heqî bê kirinê. Cihûyên Kabalîstî bawer dikin rêînkarnasyayê, dêmek wê yekê ku gelek car dikarin tezeda bêne bûyînê û terka gunên xwe bidin.
Budîzm
bawer dike, wekî meriv tezeda gelek car tê bûyînê û heta ku şixul, êmosiya û dilhavijiyên xweye xirab neterikîne, wê ji kul-derda xilaz nebe. Bende bi saya bîlanî, kirên qenc û serwaxtiyê dikare bigihîje Nîrvanayê, dêmek ji kul-derda û xemgîniyê aza be.
Konfûsîanîzm
bawer dike, wekî kul-derd ji bo “şaşiyên meriya” pêşda tên, û ev yek tê gotinê kitêbekêda, “A Dictionary of Comparative Religion”. Li gora hînkirina Konfûsîanîzmê, hergê meriv rast bijîn, kul-derd dikarin kêm bin. Lê bi temamî meriv nikarin ji çetinaya xilaz bin, çimkî meniya vê yekê “efirînên ruhanî ne, ku ji meriya diha qewattir in. Çi jî hebe, bende gerekê Yaziya xwe qebûl ke û teyax ke”.
Hine rêlîgiyên Afrîkayê
bawer dikin, wekî kul-derd ji bo pîresêra û cina pêşda tên. Li gora baweriya wan, cin dikarin yan bereketê yan jî bêbextiyê bînin. Ewana usa jî bawer dikin, çaxê ser kesekî benik-bûtik hatiye kirinê, bi saya hine rîtûala ew benik qewata xwe unda dikin. Dêmek, derman û rîtûalên pîresêra dikarin wan benik-bûtika betal kin, ji kîjana ku meriv nexweş dikevin.
Mesîhî
bawer dikin, wekî kul-derdên me pêşda hatine ji du merivên pêşin, derheqa kîjana ku Kitêba Pîrozda, pirtûka Destpêbûnda tê gotinê. Lê gelek komên rêlîgiyayê, derheqa vê yekê cûrekî mayîn difikirin. Mesele hine Katolîk dibêjin, wekî meriv dikare wan kul-derda bikişîne, ça qurban Xwedêra. Qurbana usa dikare kareke mezin bide dêrê yan jî qenciyê û xilazbûnê bide merivê din.
HÊ ZÊDE PÊBIHESIN
Binihêre vîdêo “Gelo Hemû Rêlîgiya Xwedê Xweş Tên?”, ku li ser malpera jw.org heye.