KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 2 rûp. 8-9
  • 2. Gelo Em in Sebebê Kul-Derdên Xwe?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 2. Gelo Em in Sebebê Kul-Derdên Xwe?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Ev Yek Ferz e
  • Derheqa vê yekê Bifikirin
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • 4. Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?
    Hişyar Bin!—2020
  • 1. Gelo Sebebê Kul-Derdên Me Xwedê ye?
    Hişyar Bin!—2020
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 2 rûp. 8-9
Mêr otaxêda rûniştiye, destekî wîda cixare ye, destê dinda jî botila bîrayê.

2. Gelo Em in Sebebê Kul-Derdên Xwe?

Çima Ev Yek Ferz e

Hergê em in sebebê kul-derdên xwe, dêmek em dikarin usa bikin ku ev kêm bin.

Derheqa vê yekê Bifikirin

Gelo meriv çiqasî cabdar in bona meniyên kul-derda?

  • Kulm, nîşana zorbetiyê ye.

    Zorbetî.

    Li gora hesabê “Organîzasyona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê”, ji 4 meriva 1 biçûktayêda rastî zorbetiya fîzîkî hatiye, lê ji 3 jina 1 rastî zorbetiya fîzîkî û sêksûalî hatiye.

  • Mezel, nîşana şîna û girî ye.

    Şîn û Girî.

    Li gora hesabê “Organîzasyona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê” ya sala 2018, “sala 2016-da ser temamiya dinyayê weke 477 000 meriv hatine kuştinê”. Xêncî wê yekê hesab kirine, wekî hema vê salê 180 000 meriv şerên mezin û şer-dewada hatine kuştinê.

  • Dilik, nîşana problêmên sihet-qewatêva girêdayî.

    Problêmên Sihet-Qewatêva Girêdayî.

    Gotarekêda ji jûrnala “National Geographic” nivîskar Fran Smît nivîsî: “Mîlyard meriva zêdetir cixarê dikişînin. Titûn pênc meniyên serekeye mirinê pêşda tîne: nexweşiyên dilik, însûlt (felç), nexweşiyên bînkişandinêva girêdayî, nexweşiyên pişikêye kronîkî û kansera pişika”.

  • Mêzîn, nîşana pêpeskirinê ye.

    Pêpeskirin.

    Psîxoloj Cêy Wots usa dibêje: “Nexweşiyên psîxîkî pêşda tên ji bo kesîbiyê, neheqiyê, nasîonalîzmê, nuxsankirina jina, hevrikiyê û usa jî gava berî meriva didin, ji ciyê wan derdixin”.

    HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

    Binihêrin vîdêo “Çira Xwedê Erd Efirandiye?”, ku ser malpera jw.org heye.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje

Mêr nexweşxanêda ne. Kulfeta wî ziviriye û berxwe dikeve, ji bo elametiya xirab derheqa mêrê xwe.

Sebebê kul-derda heçî zef meriv in.

Heçî zef sebebê kul-derda serwêr in, kîjan ku emirê meriva çetin dikin.

“Dem dibe ku serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (WAÎZ 8:9).

Kul-derd dikarin kêm bin.

Prînsîpên Kitêba Pîroz sihet-qewata me baş dikin û alî me dikin, wekî heleqetiya me tevî meriva baş be.

“Dilê rihet jîyîna bedenê ye, lê hevsûdî kurmê hestûya ye” (METELOK 14:30).

“De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin tevî her cûre kîn-boxiyêva” (EFESÎ 4:31).

Gelo em in sebebê kul-derdên xwe?

Kitêba Pîroz dibêje: “Meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7). Hine kul-derd ji bo safîkirinên me pêşda tên. Lema jî doxdir şîretê didin, wekî em xwarina kêrhatî bixwin, sportêva mijûl bin û xwe ji kirên usa dûr bigirin, çi ku ziyanê tînin, mesele kişandina cixarê. Lê wê nerast be bêjin, wekî sebebê hemû kul-derda meriv in. Gelek meriv neheq nînin, ku dikevine qeziya, xezeba û kul-derdên din.

Gelo çima merivên qenc diçerçirin?

Binihêre pirsa 3.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin