KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 2 rûp. 10-11
  • 3. Gelo Çima Merivên Qenc Diçerçirin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3. Gelo Çima Merivên Qenc Diçerçirin?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Ev Yek Ferz e
  • Derheqa vê yekê Bifikirin
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • 4. Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?
    Hişyar Bin!—2020
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 2 rûp. 10-11
Dê-bav nexweşxanêda ber kurê xwe ne, kîjan ku destê xwe unda kiriye.

3. Gelo Çima Merivên Qenc Diçerçirin?

Çima Ev Yek Ferz e

Çaxê divînî ku merivê qenc diçerçire, îda difikirî wekî badîhewa ye qenciyê bikî.

Derheqa vê yekê Bifikirin

Hine meriv difikirin, wekî kul-derdên wan yaziya wan e. Ewana dibêjin, ku Xwedê bi kul-derda wana ceza dike seva kirên wanî xirab. Hinek jî dibêjin, wekî Xwedê sebebê kul-derdên meriya ye, çimkî baweriya wan dicêribîne. Ewana dibêjin: “Eva dinya bona cêribandinê ye”, û wekî Xwedê kîjana hiz dike hema wana jî diha zef dike nava kul-derda. Lê . . .

  • Hergê her tişt yazî ye, em çima gerekê miqatî sihet-qewata xwe bin û xwe ji tiştên xirab dûr bigirin?

  • Gelo usa dibe, wekî Xwedêyê qenc û rem, pê kul-derda meriva bicêribîne?

    HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

    Binihêrin vîdêo “Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?”, ku ser malpera jw.org heye.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje

Kul-derdên me cezakirina ji Xwedê nîne.

Sebebê gelek kul-derdên me, ev heye wede û qewimandin.

“Pêşbazî ne bona mirovên ku lingên wan lez in û ceng ne bona egîdan e, nan jî ne bona zanyaran e, dewlemendî jî ne bona zilamên femkar, dirûdî jî ne bona zilamên bi zanîn in; ji ber ku wext û duhem [qewimandin] pêrgîniya vana hemûyan dikin” (WAÎZ 9:11).

Sebebê kul-derdên me gunekariya me ye.

Gelek car xebera “gune” didine xebatê hindava kirên xirab. Lê Kitêba Pîroz evê xeberê dide xebatê, ku bide kifşê wekî gune derbazî ser temamiya însanetê bûye.

“Belê ezî neheqîyêva dinê ketime ez ji zikmakîyêda gunekar bûme” (ZEBÛR 51:5).

Gune zirareke mezin daye însanetê.

Gune ne ku tenê heleqetiya me tevî Efirandarê me xirab kir, lê usa jî tevî efrînên din. Ji bo vê yekê temamiya însanetê diçerçire.

“Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî” (ROMAYÎ 7:21).

“Hemû efirîn heta niha bi hevra dikine zare-zar” (ROMAYÎ 8:22).

Gelo çima merivên qenc diçerçirin?

Meniya gelek kul-derdên me ji gune- kariya me pêşda tê. Ev gune li ser sihet-qewat, rabûn-rûniştin û xeysetên meriya hukum dibe, ji bo çi jî ewana ziyanê didine hev.

Gelo qirara Xwedê ew bû ku em biçerçirin?

Binihêre pirsa 4.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin