KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g25 № 1 rûp. 6-9
  • Perê Xwe bi Bîlanî Xerc kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Perê Xwe bi Bîlanî Xerc kin
  • Hişyar Bin!—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EV YEK FERZ E?
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?
  • Ça pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?
    Têmên Din
  • 2 | Pere û Hebûnê Xwey kin
    Hişyar Bin!—2022
Hişyar Bin!—2025
g25 № 1 rûp. 6-9
Şikil: 1. Dê-bav xwaringehêda ber sifrê rûniştine û xercên xwe hesab dikin, qîza wan jî piştêva tiştekî dike. 2. Têlêfon ser sifrê ye û kalkûlator ser vekirî ye.

HER TIŞT BIHA DIBE ÇA EBÛRA XWE BIKIN?

Perê Xwe bi Bîlanî Xerc kin

Gava her tişt biha dibe, ev yek emirê me her kesî diha çetin dike. Lê em gerekê xwe bêçare texmîn nekin. Diqewime bi saya hine tişta em dikarin halê xwe baş kin.

ÇIRA EV YEK FERZ E?

Hergê tu tiştekî nakî, seva ku perê xwe bi cûrê rast xerc kî, çetinayên teye matêriyalî wê hê zêde bin û tuyê diha xemgîn bî. Hergê tu destteng î, dîsa jî tu dikarî hine tişta bikî, seva ku perê xwe bi bîlanî xerc kî.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?

Li gora dereca xweye matêriyalî bijî. Hergê tu ji vê zêdetir xerc nekî çiqas ku destê teda heye, tuyê bikaribî halê xweyî matêriyalî kontrol kî û gava nişkêva dereceke usa pêşda bê, ku pere tera lazim be, mecala te wê hebe wan xerca dadî.

Hergê tu xwera binivîsî ku çiqas pere distînî û tuyê çiqas xerc kî, ev yek wê alî te bike ji vê yekê zêdetir xerc nekî çiqas ku destê teda heye. Gava tu evê planê xwera binivîsî, îzbat be wekî tu perê xwe ser wan tişta xerc dikî, çi ku tera bi rastî lazim in. Xwe kontrol ke wekî xwe vê planê bigirî û gava bahê her tiştî zêde dibe yan jî heqê xebata te tê guhastinê, evê planê jî li gora derecê biguhêze. Hergê tu zewicî yî, hemû safîkirina tevî hevalzewacê xwe bike.

Şîret: Dewsa ku tişta pê krêdîtê hildî, diha baş e pê perê xwe bikirî. Hineka têderxistine ku bi saya vê yekê ewana perê xwe paş dixin û deyna nakine stiyê xwe. Usa jî wede bivîne seva ku dîna xwe bidî karta xweye bankê, hela nava mehêda te çiqas pere stand û çiqas xerc kir. Tuyê kêm ber xwe kevî, gava bizanibî wekî çiqas perê te maye.

Dibeke çetin be gelek pera xerc nekî û pê wan pera bijîyî, ku destê teda heye, lê hergê tu planeke baş xwera binivîsî, ev yek dikare alî te bike xwe kontrol kî. Usa jî tuyê bi zêdeyî xemgîn nebî û dilê te wê rihet be.

Xercên xwe ‘hesab ke’ (Lûqa 14:28).


Xîret be ku xebata xwe unda nekî. Tu çi dikarî bikî seva ku xebata xwe unda nekî? Dîna xwe bide hine şîreta: Wededa here ser xebatê. Nihêrandina pozîtîv hindava xebata xwe xweyî ke. Xebathez be û bide kifşê, wekî tu hazir î hê zêde jî bikî. Bi qedir be. Xwe li rêberiya bigire û feresetên xweda pêşda here.


Perê xwe ser tiştên nelazim xerc neke. Ji xwe bipirse: ‘Gelo min xwera kiriye xeyset ku perê xwe badîhewa xerc kim?’ Mesele, gelek meriv wan pera ku ancax qazanc kirine, ser narkotîka, cixarê û îçkevexwarina bi zêdeyî xerc dikin, yan jî xumarê dilîzin. Ev xeyset-hunur dikarin usa jî ziyanê bidine sihet-qewata wan û ser xebata wan xirab hukum kin.

“Xwezî li wî merivî ku serwaxtîyê dibîne . . . Çimkî kara wê ji kara zîv zêdetir e” (Metelok 3:13, 14).


Perê xwe bona rojên çetin paş xin. Çaxê mecal heye, hine pere paş xin bona derecên ku nişkêva dikarin biqewimin. Ev pere wê alî we bikin ber xwe nekevin hergê hûn yan neferên we nexweş kevin, xebatê unda kin, yan jî gava nişkêva rastî tengasîkê bên.

Wext û qewimandin bona me hemûya ye (Waîz 9:11).

Şîret ku Ça Pera Paş xin

Derdana şûşeda tije manat in.

Xwarinê malda çêkin.

Hergê em gelek car derva, mesele rêstoranada dixwin-vedixwin, ev yek dikare biha ser me rûnê. Rast e wede û qewat lazim e seva ku malda xwarinê çêkin, lê bi saya vê yekê em dikarin êpêce pere paş xin. Him jî usa emê xwarina kêrhatî bixwin.

Pêşiya ku tiştekî bikirin, rind bifikirin.

  • Binivîsin ku hûn çi gerekê bikirin. Ser êmosiya tişta nekirin.

  • Gava tişt erzan dibin, hergê mecala we heye, êpêce bikirin. Wan tişta cîkî usa xwey kin, wekî zû xirab nebin û perê we badîhewa xerc nebe.

  • Ciyên erzan tişta bikirin.

  • Seva ku tiştên nelazim dikanêda nekirin, bi onlayn tişta bikirin, usa hûnê bikaribin xercên xwe kontrol kin. Hergê mihala weda mecal heye bi onlayn hûr-mûra bikirin, hûn dikarin evê mecalê bidine xebatê?

  • Hîviyê bin heta bahê tiştên ku wera lazim in, erzan bin. Qîmeta tiştê ku dixwazin bikirin, beramberî hev kin, û usa jî hildine hesab, ku ev tişt wê çiqas tokê, gazê û avê xerc kin.

Pêşiya ku tiştekî teze kî, rind bifikire.

Ewên ku têl û tiştên dine têknîkî çêdikin, timê modêlên teze derdixin. Pirsa bide xwe: Gelo modêla lapî paşin bi rastî wê kêrî min bê? Gelo lazim e niha haceta xwe teze kim? Hergê jî lazim e biguhêzim, gelo minra bi rastî modêla lape paşin lazim e?

Hacetên xwe bidine çêkirinê.

Hergê biha nîne, hacetên xwe bidine çêkirinê, seva ku diha dirêj bidine xebatê. Usa jî hûn dikarin hacetên xebitandî bikirin.

Hine tişta daçikînin.

Gelo hûn dikarin cîkî bivînin, seva ku tiştekî daçikînin? Seva ku pera kêm ser xwarinê xerc kin, hûn dikarin tiştekî daçikînin wekî ser tiştekî din biguhêzin, bifiroşin yan jî tevî kesekî parevekin.

“Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5).

Karta krêdîtê.

“Em dîna xwe didine qîmeta tiştên ku her roj mera lazim in, û usa jî kontrol dikin, ku karta xweye krêdîtê ça didine xebatê”—Mayêls, Înglîstan.

Devter, qelem û kilît.

“Pêşiya ku herine dikanê tiştekî bikirin, em malbetêda pêşda xwera dinivîsin ku çi mera lazim e”—Cêrêmî, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî.

Grafîka rojê û kalkûlator.

“Em plana xweye xerckirina pera timê li gora guhastinên êkonomîkî diguhêzin, û hine pere paş dixin bona xercên ku dikarin nişkêva lazim bin”—Yaêl, Îsraêl.

Hacetên bona çêkirina tişta.

“Em zarên xwe hîn dikin, wekî hacetên ku xirab bûne, çêkin, dewsa ku yên teze bikirin. Ev yek dikare ça erebe be usa jî hûr-mûrên malê bin. Xêncî vê yekê, ez û kulfeta min hîn bûne hacetên êlêktronîk modêlên teze nekirin”—Cêfrî, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî.

“Min xercên xwe kêm kir bi saya vê yekê, ku sebze xwexa dadiçikînim û mirîşka xwey dikim. Ez hela hê dikarim hine ji sebzên xwe kesekî dinra jî parevekim”—Hono, Myanmar.

Jinikek baxçeda sebze top dike.
    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin