KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g25 № 1 rûp. 10-11
  • Vê Yekêra Razî bin Çi ku Destê Weda Heye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Vê Yekêra Razî bin Çi ku Destê Weda Heye
  • Hişyar Bin!—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EV YEK FERZ E?
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?
  • Gelo Tu Hîn Bûyî ku Yekî Şêkirdar bî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Çawa Razî û Bextewar Bin
    Hişyar Bin!—2021
  • “Her Tiştîda Razîbûnê Bidin”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Razîbûn û Merdanî
    Hişyar Bin!—2018
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2025
g25 № 1 rûp. 10-11
Şikil: 1. Bavek bi beşera xweş ji ciyê avakirinê, kîderê ku dixebite, diçe. 2. Hine wext şûnda ew tevî du zarên xwe û kûçikê xwe ber mala xweye sade top dilîze û jina wî jî bi beşera xweş wan dinihêre.

HER TIŞT BIHA DIBE ÇA EBÛRA XWE BIKIN?

Vê Yekêra Razî bin Çi ku Destê Weda Heye

Merivên şêkirdar ji emirê xwe razî ne. Gava dereca emirê wan tê guhastinê, ewana jî guhastinên lazim dikin, seva ku bikaribin ebûra xwe bikin.

ÇIRA EV YEK FERZ E?

Psîxoloj Cêsîka Kulêr dibêje wekî nihêrandina merivên şêkirdar diha pozîtîv e. Ew usa jî dibêje ku ewana hevsûdiya kesên din nakin. Lema jî ecêbmayî nîne ku merivên şêkirdar diha bextewar in û kêm dikevine strêsê. Hine ji merivên lape bextewar destteng in. Ev yek bi rastî usa ne, çimkî bona wan meriva tiştên lape qîmet pê pera nayne kirînê. Mesele, şabûna ku pêşda tê, gava em wede tevî malbet û hevalên xwe derbaz dikin.

“Kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?

Xwe beramberî tu kesî nekin. Hergê em destteng in û emirê xwe beramberî emirê merivên dewletî kin, em dikarin destpêkin ji emirê xwe razî nîbin û hela hê bibine merivne hevsûd. Xêncî vê yekê, ev cudebûn ku em orta xwe û merivê dewletîda divînin, dikare şaş be. Hine merivên ku xwe ça kesên dewletî didine kifşê, bi rastî deynada dixeniqin. Nîkol, ku Senegalêda dijî, dibêje: “Minra gelek tişt nelazim e, seva ku bextewar bim. Hergê ez ji halê xwe razî me, bona min firqî tune ku destê kesekîda diha zêde heye ne ku bal min”.

Şîret: Xwe dûr bigire ji van malperên sosiyalî, kîjan ku didine kifşê wekî merivên dewletî bi emirekî çi cûreyî dijîn.

“Emirê însên girêdayî nîne vê yekêva ku hebûka wî çiqas e” (Lûqa 12:15).


Şêkirdar bin. Merivê şêkirdar ji emirê xwe diha razî ye û nafikire ku hêjayî hê zêde tişta ye. Robêrto, yê ku ji Haîtî ye, usa dibêje: “Ez wede divînim seva ku bifikirim derheqa vê yekê, ku kesên din bona min û malbeta min çiqas qencî kirine. Paşê ez wan merivara dibêjim ku ez qenciya wan çiqas qîmet dikim. Usa jî ez kurê xweyî heyşt salî hîn dikim, wekî ew razîbûna xwe bide kifşê bona her tiştî çi ku didine wî”.

Şîret: Her roj xwera binivîse, hela tu bona çi razî yî. Mesele bona sihet-qewata baş, heleqetiya baş malbetêda, hevalên nêzîk, û hela hê bona bedewbûna vê yekê, gava ro diçe ava.

“Xweyê dilê şa her tim şayêda ye” (Metelok 15:15).

Carna me hemûyara jî çetin dibe razî bin vê yekêra, çi ku destê meda heye. Lê hergê em qewatê bidine xebatê seva ku nihêrandina xwe biguhêzin, emê ese karê bistînin! Gava em ser xwe dixebitin seva ku bibine merivne şêkirdar, em usa jî dibine merivne bextewar, û ev hunurekî usa ye, ku pê pera nayê kirînê!

Êrîk.

“Em malbetêda hîn bûne ku şêkirdar bin, û ev yek keremeke mezin e bona me. Bi saya vê yekê diha zêde wedê me bona hevdu heye û em wan tiştara şa dibin, çi ku cem me heye”—Êrîk, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin