Serhatî 62
Kul Û Derdêd Mala Dawid
PAŞÎ wê yekê ça Dawid bû padşa di Orşelîmêda, Yahowa alî wî û eskera dikir ku ewana şera bivin. Yahowa soz dabû îsraêliya ku temamiya erdê Kenanê wê bide destê wan. Û niha bi alîkariya Yahowa erdê Kenan rastî jî bû ya wan.
Dawid padşakî baş bû, û ewî Yahowa hez dikir. Zanî gava Orşelîm hate zeftkirinê, pêşiyê Dawid çi kir? Ewî qutiya peymanê anî Orşelîmê, û hin jî dixwest paristgeh ava kira, wekî qutiyê têda cîke.
Lê paşwextiyê ewî gunekî giran kire stûyê xwe. Dawid zanibû wekî îzina wî tune tiştêd ku ne ya wî ye hilde xwera. Lê derbekê, çaxê ew êvarê li ser baniya mala xwe hêsa dibû, ewî jêrê nihêrî û jineke gele bedew dît. Navê wê Bat-Şeba bû. Lê mêrê wê Ûriya Dawidra eskerî dikir.
Bat-Şeba dilê Dawid gele xweş hat, û ewî lê teglîfî mala xwe kir. Wî çaxî mêrê Bat-Şeba di nav şerda bû. Dawid tevî Bat-Şeba raza û paşwextiyê pêhesiya ku Bat-Şeba hemle derket. Ji vê yekê Dawid gele berxweket. Ewî neme şande Yoabra ku bira Ûriya derbazî meydana şer bikin, seva ku ew bê kuştinê. Çaxê Ûriya mir Dawid Bat-Şeba kire jina xwe.
Yahowa gele hêrs ket ser Dawid. Ewî qulixkarê xwe Natan şande cem Dawid. Natan gerekê gunê Dawid wîra eyan kira. Li ser şikil tu dikarî bivînî ça Natan Dawidra xeber dide. Dawid gele poşman bû seva kirêd xwe û gunê xwe da rûyê xwe. Lema jî Yahowa wî nekuşt, lê dewsa vê yekê giliyê usa gote wî: “Çimkî te gunekî giran kir, di mala teda gele kul-derd wê biqewimin”. Gelo derheqa kîjan kul-derda xever dan diçû?
Ya pêşin, kurê Dawid yê ji Bat-Şeba mir. Paşê kurê Dawidê pêşin Amnon, xûşka xwe Tamar zorê tevî xwe velezand. Lê kurê Dawid Abşalom, ji vê yekê usa hêrs ket ku birê xwe Amnon kuşt. Paşwextiyê qedirê meriya hindava Abşalom ji ber hev zêde bibû, û ewî xwe kire padşa. Xilaziyê Dawid şerê tevî Abşalom bir û Abşalom jî hate kuştinê. Bi rastiyê jî gele kul-derd hatin serê Dawid.
Li wan weda Bat-Şeba kur anî. Navê wî danîn Silêman. Çaxê Dawid îda kal bû û nexweş bibû, kurê wîye Adoniya xwest bibûya padşa. Lê Dawid gote kahîn, bi navê Tsadok, ku bira serê Silêman rûn bike. Bi vê yekê hate kivşê ku Silêman wê bibûya padşa. Li pey hine weda Dawidê 70-ê salî mir. Ewî weke 40 sal padşatî kir. Niha padşê Îsraêlê Silêman e.
2 Samûyêl 11:1-27; 12:1-18; 1 Padşatî 1:1-48.