Serhatî 65
Padşatî Parçe Dibe
ZANÎ ev mêr çira kinca xwe diqelişîne? Yahowa usa wîra gotibû. Ev mêr pêxemberê Xwedê ye, navê wî Ahiya ye. Lê zanî pêxember kî ne? Ewana ji Xwedê derheqa axiriyê elametî distînin wekî meriyara gilî kin.
Niha Ahiya tevî Yerovam xeber dide. Yerovam merîkî mezin û girîng e, ew bal Silêman dixevite. Çaxê Ahiya li ser rê rastî Yerovam hat, ewî tiştekî ecêv kir. Ewî kinca xweye nû li ser 12 para parçe kir, û gote Yerovam: “Ji van kudora 10 heva hilde xwera”. Lê zanî çima Ahiya 10 kudor da wî?
Ahiya şirovekir ku Yahowa wê ji Silêman padşatiyê bistîne. Ewî got ku Yahowa 10 bereka wê bide destê Yerovam. Lê tenê du berek, wê bin padşatiya kurê Silêman Rehobowam bimînin.
Gava Silêman pêhesiya, ku Ahiya çi gote Yerovam, ew gele hêrs ket û dixwest Yerovam bikuşta. Lema jî Yerovam revî Misirê. Paşwextiyê Silêman mir. Ew weke 40 salî padşatî kir, lê niha îda kurê wî Rehobowam bû padşa. Di Misirêda Yerovam pêhesiya ku Silêman mir û lema jî ew paşda vegeriya Îsraêlê.
Rehobowam padşakî baş nîbû. Ew hela hê ji bavê xwe xiravtir bû. Yerovam û hine mêrêd girîng çûn bal Rehobowam padşa û wîra xeber dan wekî ew hinekî nerm be tevî cimetê. Lê Rehobowam gura wan nekir, û dewsa vê yekê hê bêrem destpêkir padşatiyê bike. Lema jî 10 berekêd Îsraêl xwera Yerovam kivş kirin ça padşa. Lê berekêd Binyamîn û Cihûda bin padşatiya Rehobowam dimînin.
Yerovam nedixwest ku cimeta wî herine Orşelîmê, wekî di paristgehêda serê xwe ber Yahowa daynin. Lema jî ewî du golikêd zêr çêkir, wekî 10 berekêd îsraêliya ber wan serê xwe daynin. Hine wede şûnda temamiya welat bi zulmiyê û zorbetiyê tije bû.
Lê kul-derdê du berekêd din jî hebûn. Paşî wê yekê ça Rehobowam bû padşa, hela hê pênc sal jî derbaz ne bibû ça nişkêva padşê Misirê bi şer çûbû li ser Orşelîm. Ewî tevî xwe gele zêr û zîvê paristgeha Yahowa hilda û bir. Nava wedekî kin, paristgehê pêşda hatibû ava kirinê îda ne ew paristgeh bû.
1 Padşatî 11:26-43; 12:1-33; 14:21-31.