Serhatî 77
Wana Serê Xwe Ber Pût Danenî
TÊ BÎRA te ku em derheqa sê gedêd cahil pêhesiyan? Belê, ewana hevalêd Daniyêl bûn, yê ku ji ser text-sifirê padşê xwarin nedixwarin. Babîloniya navêd wan danîn Şedrak, Meşak û Abed-Nego. Lê niha binihêre ewana çi dikin. Gelo çira ewana mîna meriyêd dinê serê xwe li ber pût danaynin? Were em pêbihesin.
Tê bîra te ku Yahowa Dehe qanûn, yanê Dehe temî, nivîsî bû? Yek ji van qanûna divêje: “Xêncî min, ber tu xudanêd din serê xwe daneynin”. Raste ev qanûn seva sê gedêd cahil hêsa nîbû biqedînin, lê ewana yeke pey vê qanûnê diçûn û wî dilê xweda xweyî dikirin.
Ev pûtê tu li ser şikil divînî, Nebûkedneser padşayê Babîlonê çêkiribû. Ewî gazî gele mêrêd navdar û girîng kiribû, wekî ewana serê xwe li ber daynin. Nebûkedneser usa jî gote hemû meriya: “Gava hûn dengê kulama, boriya û çenga bibihên, hûn gerekê bikevin li ser çoka û serê xwa li ber pûtê zêr daynin. Lê ew kesêd ku serê xwe ber pût danenîn, wê bêne avîtinê nav firna bi agirva vêxistî”.
Lê Şedrak, Meşak û Abed-Nego serê xwe li ber pût danenîn. Gava Nebûkedneser ev yek pêhesiya, ew gele hêrs ket. Ewî gazî wan kir, û dîsa carekê jî ji wan xwest ku ewana serê xwe li ber pût daynin. Lê gumana Şedrak, Meşak û Abed-Nego li ser Yahowa bû. Wana gote Nebûkedneser: “Xwedayê em wîra qulix dikin, dikare me xilaz ke. Lê hergê ew me xilaz nake, yeke em serê xwe li ber pûtê zêr danaynin”.
Ji bo van giliya Nebûkedneser hê zêde hêrs ket. Lema jî ewî xulamêd xwera ferman da: “Firnê heft cara hê gur vêxin!” Paşê ewî gazî eskerêd xweye qewat kir, wekî Şedrak, Meşak û Abed-Nego girêdin û bavêjine firnê. Firne usa qayîm dişixulî, ku ev esker ji alava agir mirin. Lê Gelo çi serê Şedrak, Meşak û Abed-Nego hat, ne wana avîtine firnê?
Gava padşa nêzîkî firnê bû, tirseke mezin kete dilê wî. Ewî pirs kir: “Ev çi ecêv e, ne me tenê sê merî girêda û avîte firnê?”
“Belê, me hema usa jî kir”, xulama cava xwe dan.
Lê Nebûkedneser got “Lê ez nav agir çar meriya divînim, ewana girêdayî nînin û hin jî agir zîyanê wanara nayne. Yê çara jî mîna milyaketa ye”. Ew hê nêzîkî firnê bû û kire gazî: “Şedrak! Meşak! Abed-Nego! Ji wir derkevin, Xwedayê we hûn wîra qulix dikin Xwedayê Himzor e!”
Gava ewana ji firnê derketin, her kes ji wan dît ku wana ji agir qe zîyanek jî nestandin. Paşê Nebûkedneser got: “Bira Xwedayê Şedrak, Meşak û Abed-Nego rûmet be, ewî wana xilaz kir bi milyaketekî xwe, çimkî wana xêncî Xwedayê xwe, serê xwe ber tu kesî danenîn û pûtparistî nekirin”.
Ev serhatî meseleke baş e seva me, wekî çi jî nîbe timê gumana xwe bidine Yahowa û wîra amin bimînin!
Derketin 20:3; Daniyêl 3:1-30.