KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 78
  • Nivîsara Ser Dîwêr

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nivîsara Ser Dîwêr
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Nivîsara Ser Dîwêr
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 78

Serhatî 78

Nivîsara Ser Dîwêr

BELŞATSAR nebiyê Nebûkedneser e, û niha di Babîlonêda ew padşatiyê dike. Derbekê Belşatsar padşa hezara meriyêd girîng teglîf dike cem xwe li ser kêfeke gele mezin. Ewana ji kasêd zêr û zîv vedixwarin, yê ku babîloniya ji paristgeha Yahowa di Orşelîmêda hildabûn. Lê binihêre çi li vir diqewime! Nişkêva destê merivekî hate xuyanê, yê ku pê tiliya xwe tiştekî li ser dîwêr dinivîsî. Ziravê hemûşka qetiyabû.

Belşatsar gazî aqilbenda dike û divêje: “Kî ji we bikaribe van giliya bixûne û şiroveke, wê hebûneke mezin bistîne û nava padşatiyêda ciyê sisiya wê bigire”. Lê tu kes nivîsara ser dîwarê nikare, ne bixwine ne jî şiroveke.

Gava diya padşa dengê wan dibihê, dikeve vê oda mezin û padşara divêje: “Lawo, hîvî te dikim usa berxwe nekeve. Li vir mêrek heye, yê ku xudanêd pîroz nas dike. Çaxê kalkê te Nebûkedneser hê sax bû, ewî ev mêr li ser hemû aqilbenda kivş kiribû. Navê wî Daniyêl e. Bişîne pey wî, û ew wê tera hemû tiştî şiroveke”.

Daniyêl pêra-pêra anîne cem padşa. Pêşiyê Daniyêl van hemû pêşkêşa, yê ku padşa soz dabû, înkar dike. Paşê şirovedike çira Yahowa Nebûkedneser ji textê padşatiyê avît: “Nebûkedneser gele qure bibû, û lema Yahowa wî ceza kir”, Daniyêl gote Belşatsar.

Paşê ewî serda zêde kir: “Lê te hemû tiştêd ku serê kalkê te qewimîn zanibû, lê yeke mîna wî qure bûyî. Te kasêd zêr û zîv ji paristgehê Yahowa hildaye û ji wan vedixwî. Dewsa wê yekê wekî serê xwe li ber Efirandarê Mezin daynî, tu xudanêd ji dara û kevira rûmet dikî. Lema jî Xwedê bi destekî giliyêd usa nivîsiye”.

“Ahan vira çi tê gotinê: ‘MENE, MENE, TEKEL û PERES’”.

“MENE tê hesavê ku Yahowa rojêd padşatiya te jimartî ye, û kotasiya wî anî. TEKEL tê hesavê, wekî tu li ser mêzînê hatî kişandinê û gele kêm hatî dîtinê. Lê PERES tê hesavê, wekî padşatiya te wê bikeve bin destê Mediyayê û Farisa”.

Çaxê Daniyêl hê xever dida, eskerêd Mediyayê û Farisa rastî jî destpêkirin dadine Babîlonê. Wana şeher zeft kir û Belşatsar kuştin. Nivîsara li ser dîwarê hema wê şevê hate serî! Lê gelo çi wê serê îsraêliya biqewime? Derheqa vê yekê emê paşê pêbihesin, ka pêşiyê em binihêrin çi hate serê Daniyêl.

Daniyêl 5:1-31.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin