Serhatî 84
Milyaket Hate Cem Meryem
NAVÊ wê keçikê bedew Meryem e. Meryem îsraêlî ye û ew di Nisretêda dijî. Xwedê zanibû ku Meryem qîzeke gele baş e. Lema jî ewî milyaketek bi navê Cibrayîl şand cem wê ku tiştek wêra bêje. Lê gelo Cibrayîl çi gerekê bêje Meryem? Were em pêbihesin.
Cibrayîl giliyêd usa gotê: “Silav li te qîzika kerem kirî, Yahowa tevî te ye”. Çimkî ev cara pêşin e ku Meryem rastî milyaket hat, û hin jî ewê fem nekir silava wî çi dihate hesavê, lema jî Meryem şepirze bû. Lê milyaket hate ber dilê wê.
Cibrayîl lê bi giliyêd usa hêsa kir: “Meryem, netirse! Çimkî te kerem ji Xwedê stand, û lema jî Xwedê bi tera keremetek wê bike. Niha tê hemle derêyî, kurekî bînî û navê wî Îsa daynî”.
Paşê Cibrayîl şirovekir: “Ew wê gele mezin be, û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Yahowa wê wî bike padşa, ça mîna Dawid. Lê Îsa heta-hetayê wê padşatiyê bike û xilaziya padşatiya wî wê tunebe!”
Lê Meryem milyaketra got: “Ev hemû tişt wê çawa bibe, ne ez mêrkirî nînim û hela hê qîz im, ezê çawa zar bînim?”
Milyaket lê vegerand û got: “Qewata Xwedê wê bê ser te, lema jî ew Kurê Xwedê wê bê gotinê”. Paşê ewî serda zêde kir: “Êlîzabêtê merivê xwe bîne bîra xwe. Wêra digotin ku ew îda emirê xweda mezin e û nikare zara bîne. Lê niha ew hemle ye û zûtirkê wêra kur bibe. Divînî, ku cem Xwedê tiştekî nebûyî tune”.
Wî çaxî Meryemê got: “Ez xulamê Xwedê me! Bira ev hemû tiştêd te gotiye, li ser min bêne serî”. Paşî van giliya milyaket çû.
Meryem jî pêra-pêra çûbû cem Êlîzabêt. Gava Êlîzabêt dengê Meryem bihîst, zara zikê wêda liviya. Êlîzabêt bi ruhê Xwedêva tijî bû û gote Meryem: “Tu di nav kulfetada bimbarek î”. Meryem weke sê meh cem Êlîzabêt ma, û paşê vegeriya mala xwe Nisretê.
Meryem tevî mêrek bi navê Ûsiv nîşan kirî bû. Lê gava Ûsiv pêhesiya ku Meryem hemle ye, ew poşman bû û nedixwest bizewiciya. Lema jî milyaketê Xwedê Ûsivra xuya bû û gote wî: “Netirse, ku dergîstiya xwe Meryemê bistînî. Çimkî zara ku wêra bibe ji Xwedê ye”. Usa Ûsiv û Meryem zewicîn, û hîviya bûyîna Îsa dibûn.