KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 86
  • Mêrêd Ku Pey Steyrkê Diçûn

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mêrêd Ku Pey Steyrkê Diçûn
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Îsa Diparêze
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Kê bûn “Sê Mêrên Bîlan”, Kîjan ku pey “Steyrka Beytlehmê” Diçûn?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 86

Serhatî 86

Mêrêd Ku Pey Steyrkê Diçûn

DIVÎNÎ ça mêrek bi destê xwe nîşanî steyrka mezin dike? Gava ev mêr ji Orşelîmê derketin, wanra steyrk xuya bû. Ev mêr steyrnas in û ewana ji rohilatê ne. Ewana bawer dikin ku ev steyrka nû wê wana bive heta merivekî girîng.

Çaxê ew hatibûn Orşelîmê, ewana pirsa dikirin: “Ku ye Padşê cihûya ku gerekê bihata bûyînê?” Li ser îsraêliya cihû jî digotin. “Me steyrka wî li rohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber wî daynin”.

Çaxê padşê Orşelîmê Hêrodes derheqa vê yekê bihîst, ew tevîhev bû. Ewî nedixwest ku ciyê wî kesek din bigirta. Lema jî ewî gazî kahîna kir û ji wan pirsî: “Padşê qirar kirî kîderê gerekê bê bûyînê?” Wana jêra got: “Kitêba Pîroz divêje ku li Beytlehmê”.

Paşê Hêrodes gazî van mêrêd ji rohilatê kir û gote wan: “Herin bona kurik eseyî pêbihesin. Çaxê ku hûn wî bibînin, minra bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim”. Lê bi rastiyê Hêrodes lema dixwest kurik bidîta, wekî wî bikuje!

Paşê steyrk wan mêra bire heta Beytlehmê, û hema ser mala ku Îsa têda bû steyrk sekinî. Gava ev mêr ketine hindurê malê, wana Îsayê biçûk tevî dîya wî Meryemê dîtin. Steyrnas pêşkêşa ku seva Îsa anîbûn, dane wî. Paşê Yahowa di xewnêda steyrnasra pêşda emir kir, ku ewana neçine cem Hêrodes. Lema jî ewana bi rêkî dinva vegeriyane welatê xwe.

Gava Hêrodes pêhesiya ku steyrnas îda vegeriyan mala xwe, ew gele hêrs ket. Ewî ferman da, wekî hemû zarêd tezebûyî heta du sala bêne kuştinê. Lê Yahowa di xewnêda pêşda hemû tişt gote Ûsiv. Lema jî Ûsiv tevî malbatê xwe direve li Misirê. Paşwextiyê, çaxê Ûsiv pêhesiya ku Hêrodes mir, ew tevî Meryem û Îsa, paşda vegeriya mala xweye di Nisretêda. Li wir Îsa zarotiya xwe derbaz dike.

Ça tu dişirmîş dibî, kî usa kir wekî steyrka nû kivş be û rê heta Îsa nîşan ke? Tê bîra te ku steyrnas gava steyrk dîtin pêşiyê hatin Orşelîmê. Şeytanê mîrê cina dixwest Kurê Xwedê bikuşta. Şeytan usa jî zanibû ku Hêrodes jî, yê di Orşelîmêda serkartî dikir, wê bixwesta Îsa bikuşta. Lema jî em zanin ku Şeytan usa kir wekî ev steyrk biçûrise.

Metta 2:1-23; Mîxa 5:2.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin