Serhatî 96
Îsa Nexweşa Qenc Dike
ÎSA bajarava derbaz dibû û nexweşa qenc dikir. Elametî derheqa keremetêd wî nav hemû gunda û bajara bela dibû. Lema jî meriya tevî xwe seqeta, kora, kera û usa jî gele meriyêd din dianî ku Îsa wan qenc ke. Îsa jî van hemû meriya ji nexweşiyêd wan qenc dikir.
Weke sê sal derbaz bû paşê wê yekê ça Îsa bal Yûhenna hate nixumandinê. Îsa divêje şagirtêd xwe ku zûtirkê ew wê here Orşelîmê, kîderê wê bê kuştinê û paşê ji miriya wê bê rakirinê. Lê pêşiya vê yekê Îsa gele nexweşa qenc dikir.
Carekê Îsa hîn dikir meriya roja şemiyê. Hemû cihû roja şemiyê gerekê hêsa bûna û nedixevitîn. Li wê rojê Îsa nêzîkî jinekê gele nexweş bû. Ew îda 18 sal qoncikî bû û nikaribû xwe rast kira. Îsa destêd xwe danî ser wê, û ew pêra-pêra rast bû. Ew ji nexweşiya xwe qenc bû.
Lê serwêrêd kinîştê ji bo vê yekê gele hêrs ketin. Yek ji wan destpêkir qûjînî ke: “Şeş roj bona şixulkirinê hene, hûn nava van rojada dikarin bên qenc bin, ne ku roja şemiyê!”
Lê Îsa wanara got: “Neheqno! Kî ji we, roja şemiyê gayê xwe yan kera xwe ji afir venake û nabe ser avê? Lê ev kulfeta belengez, ya ku îda 18 sal e nexweş bû, ne lazim bû ku ew roja şemiyê ji nexweşiya xwe qenc bûya?” Ji cava Îsa hemûyêd ku miqabilî wî bûn şermî man.
Paşê vê yekê Îsa tevî şagirtêd xwe rê ket heta Orşelîmê. Gava ewana ji Erîhayê derketin, du kor ser rê rûniştibûn. Gava bihîstin ku Îsa derbaz dibe, kirine qîrîn û gotinê: “Xudan,alî me bike!”
Îsa sekinî, gazî wan kir û got: “Hûn çi ji min dixwazin ku ez bona we bikim?” Wana jêra got: “Xudan, bira çevêd me vebin”. Îsa dest danî ser çevêd wan û ewana pêra-pêra qenc bûn û destpêkirin bivînin! Lê gelo Îsa çira van hemû keremeta dikir? Çimkî ew meriya hez dikir û dixwest ku ewana baweriya xwe wî bînin. Lema jî em sed selefî zanin ku çaxê Îsa wê bibe padşa û serkartiyê bike, tu kes wê navêje ku ez nexweş im.
Metta 15:30, 31; Lûqa 13:10-17; Metta 20:29-34.