Serhatî 100
Îsa Li Baxçê Gêtşemaniyê
PAŞÎ wê yekê ça Îsa tevî şagirtêd xwe ji otaxa jorin derket, ewana çûn li baxçê Gêtşemanî. Pêşda ewana îda dihatin vir. Niha Îsa divêje şagirtêd xwe, ku ewana gerekê hişyar bimînin û dua bikin. Paşê Îsa ji wan hinekî dûr ket, li cîkî sekinî, çok da û destpêkir dua bike.
Hine wede şûnda Îsa vegeriya cem şagirtêd xwe. Lê zanî ewî çi dît? Belê, şagirtêd wî raza bûn! Sê cara Îsa wanara divêje ku ewana gerekê hişyar bimînin, lê her car gava Îsa vedigeriya, ewî wana razayî didît. Gava Îsa cara sisiya vegeriya, ew wanara got: “Hûn çima radizên? Wext pêra gihîşt ku ez bikevime destê gunekara”.
Vê demê dengê elaleteke giran hate bihîstin. Hela tu tenê binihêre! Merî bi dara û şûra nêzîkî Îsa û şagirtêd wî dibin! Usa jî ewana destê xweda şemdana digirin, wekî ronayî bide riya wan. Gava ewana lap nêzîkî Îsa bûn, yekî ji wan pêşiya wan ket û berbi Îsa sekinî. Hela dîna xwe bide şikil, ev merî Îsa ramûs dike. Ev Cihûdayê Îsxeryotî ye! Lê gelo ew çira Îsa ramûsand?
Îsa wîra got: “Cihûda! Tu bi ramûsanê min didî destê wan?” Belê, ev ramûs ça nîşan bû, yê ku nîşan dikir wan meriyara ku ev e Îsa. Wê gavê merî pêşda hatin, dest avîtine Îsa û wî girtin. Lê Petrûs pişta Îsa girt, ewî şûrê xwe kişand li merivî xist, hindik mabû wê biketa serê wî merivî, lê kete guhê wiye alê rastê û jê kir. Lê Îsa dest da guhê wî û wî qenc kir.
Îsa gote Petrûs: “Şûrê xwe bike cî, te tirê ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim wekî pêra-pêra donzdeh ordiya zêdetir milyaket bigihîne min?” Belê, ewî dikaribû! Lê Îsa nexwest ku milyaket alî wî bikin, çimkî ew zanibû ku weda îda gihîşt wekî neyarêd wî, wî bikujin. Lema jî dijmin Îsa girtin û birin. Lê gelo paşî vê yekê çi serê Îsa hat? Were em pêbihesin.
Metta 26:36-56; Lûqa 22:39-53; Yûh’enna 18:1-12.