Serhatî 101
Îsa Tê Kuştinê
HELA tu tenê binihêre çiqas tiştekî bêxudan diqewime! Îsayê Mesîh dikujin. Binihêre nigêd û destêd wî mix kirin û wî bi kênarêva dardakirin. Gelo ewana çira tiştêd usa serê Îsa dikin?
Çimkî hene kesêd usa yê ku Îsa hez nakin. Zanî ewana kî ne? Yek ji wan Şeytanê mîrê cina ye. Hema ewî Adem û Hêwa devda wekî ewana gura Xwedê nakin. Niha jî hema Şeytan usa kir ku dijminêd Îsa wî bikujin.
Pêşiya wê yekê ça Îsa kênarêva dardakirin, dijminêd wî qerfa xwe wî dikirin. Lê gelo ev dijmin kî bûn? Tê bîra te kî hatin li baxçê Gêtşemanî û Îsa girtin? Belê, ev serwêrêd kinîşta bûn. Were em pêbihesin paşê wana çi kir.
Gava serwêrêd kinîşta Îsa girtin, şagirtêd wî ji tirsa revîn. Wana Îsa tevî neyarêd wî tenê hîştin. Lê Petrûs û Yûhenna li vir cîkî xwe veşartin, paşê çûne pey wan seva ku binihêrin hela axiriyê wê çi bê serê Îsa.
Keşîşa Îsa birine bal mêrekî kal yê ku pêşda kahînê pêşin bû, navê wî Henan bû. Hine weda ewana cem wî dimînin, û paşê Îsa dibine li mala Qeyafa, yê ku kahînê pêşin bû. Li wir gele keşîş û serwêrêd kinîşta top bûn.
Li mala Qeyafa ewana dîwana Îsa dikin. Hin jî meriyêd usa tînin, wekî ewana miqabilî Îsa şedetîke derew xever din. Hemû serwêrêd kinîşta destpêkirin qûjînî kin: “Ew hêjayî mirinê ye”. Wê gavê ewana tûyî rûyê wî dikirin, û bi kulma lê dixistin.
Wî çaxî Petrûs li derva sekinî bû. Hewa sar bû, lema jî meriv agir vêxistin. Wê demê gava ewana ber agirê xwe germ dikirin, xulamek li ser Petrûs nihêrî û got: “Evê han jî tevî Îsa bû”.
Petrûs înkar kir: “Na, ez nîbûm!”
Wana sê cara gote Petrûs ku ew jî tevî Îsa bû. Lê her car Petrûs înkar dikir. Gava ev îda cara sisiya qewimî, Îsa zivirî û li Petrûs nihêrî. Petrûs gele poşman bû û ber xwe ket ku ewî Îsa înkar kir. Ew ji vir dûr ket û destpêkir kele-kel bigirî.
Îniyê sibeh zû gava tev derket, keşîşa Îsa birin li ser civînekî mezin. Li wir wana dîwana Îsa kirin, wekî çi gerekê serê wî bikin. Paşê wana Îsa birine bal Pîlatoyê Pontiyo yê ku weliya Cihûstanê bû.
Keşîş Pîlatora gotin: “Ew merîkî gele neheqe û gerekê bê kuştinê”. Paşî wê yekê ça Pîlato pirsa da Îsa, ewî got: “Ez tu neheqiyê wîda nabînim”. Paşî Pîlato Îsa şande cem Hêrodesê Antîpas. Hêrodes weliya Celîlê bû, lê wî çaxî ew hatibû Orşelîmê. Hêrodes jî tiştekî xirav li Îsa nedît, lema jî ewî Îsa paşda şande cem Pîlato.
Pîlato îda dixwest Îsa aza kira. Lê dijminêd Îsa dixwestin dewsa wî, girtîkî mayîn aza kin. Navê wî Barabas bû û ew qaçaxê wan dera bû. Nîvro Pîlato Îsa derxiste derva û gote cimetê: “Ahan! Padşê we!” Lê serwêrêd kinîşta kirine qûjînî: “Wî ji me dûr xe! Bikuje! Wî bikuje!” Lema jî Pîlato Barabas aza dike, lê Îsa dive ku bê kuştinê.
Roja îniyê, nîvro Îsa kênarêva mix kirin. Kêleka Îsa her du aliyava du qaçax kênarêva dardakirî bûn. Qaçaxek pêşiya mirina Îsa giliyê usa gote wî: “Îsa, gava tu bi Padşatiya xweva bêyî min bîra xwe bîne”. Îsa wîra got: “Ez soz didime te, wekî tuyê tevî min di cinetêda bî”.
Çiqas sozekî baş e, usa nîne? Lê gelo Îsa derheqa kîjan cinetê digot? Hela bîne bîra xwe, cinetê pêşin yê ku Xwedê çêkiribû kîderê bû? Belê, ew li ser erdê bû. Çaxê Îsa li ser ezmana destpêke serwêrtî ke, Îsa wê wî merivî sax ke, seva ku ew li cinetê ser erdê bijî. Ji bo vê yekê em jî gerekê şa bin, usa nîne?
Metta 26:57-75; 27:1-50; Lûqa 22:54-71; 23:1-49; Yûhenna 18:12-40; 19:1-30.