Serhatî 105
Şagirt Di Orşelîmêda Hîviyê Ne
EV MERÎ yêd ku tu li ser şikil divînî, şagirtêd Îsa ne. Ewana gura Îsa kirin û di Orşelîmêda man. Çaxê ewana tevayî di malekîda hîviyê bûn, dengekî qayîm temamiya malê tije kir. Ev deng mîna bakî qayîm bû. Hîngê zmanêd mîna alava agir wanara xuya bû û li ser her yekî ji şagirtara kivş bû. Ev yek ku zmanêd alava ça li ser wan hate xwerê, li ser şikil rind tê kivşê. Lê gelo ev hemû tişt çi tên hesavê?
Bi rastiyê ev keremet e! Îsa îda cem Bavê xwe li ezmana ye, û ewî li ser şagirtêd xwe ruhê pîroz barand. Lê tu zanî bi saya ruhê pîroz çi keremet qewimî? Şagirta destpêkirin bi cûre-cûre zmana xeber din.
Wê demê di Orşelîmêda gele meriya ev dengekî mîna bakî qayîm bihîstin, û lema jî ewana hatin li vir ku pêbihesin hela çi qewimî. Hine ji wan ji welatê dinêna hatibûn Orşelîmê ser eyda Roja Pênciye Hesabê, û ewana jî hatin û nêzîkî şagirta bûn. Ewana gişk jî zendegirtî mabûn! Çimkî her kes ji wan li ser zimanê xwe dibihîst, ça şagirt derheqa Xwedê û kirêd wî xeber didan.
Cimetê digot: “Ne ev hemûyêd ku xeber didin ji Celîlê ne? Ewana çawa dikarin li ser wan hemû zmana xeber din, yê ku di welatê meda xeber didin?”
Hîngê Petrûs rabû û destpêkir cimetêra şiroveke. Ew bi dengê qayîm gilî dikir, ça Îsa hatibû kuştinê û ça Yahowa ji miriya wî rakir. Serda jî ewî zêde kir: “Xwedê kurê xwe Îsa hilkişand ezmana, da kêleka xweye rastê, û Îsa ruhê pîrozê sozkirî jorda li ser şagirtêd xwe barand. Ahan çira hûn ev tiştêd keremet dibihên û divînin”.
Çaxê Petrûs evan giliya digot, geleka ji wan berxwe diketin, ku meriya çi serê Îsa kirin. Ewana giliyêd usa digotin: “Em çi gerekê bikin?” Petrûs gote wan: “Hûn gerekê emirê xwe biguhêzin û bêne nuximkirinê”. Wî çaxî weke 3 000 merî xwe nixum kirin û bûne şagirtêd Îsa.
Karêd Şandiya 2:1-47.