SERÊ 12
Hûn Dikarin Çetinayên Malbetê Safî kin
1. Çi cûre çetinayên veşartî malbetêda dikarin hebin?
HERGÊ erebeke kevin rind bişon û bibiriqînin, rûva wê usa bê xanê tê bêjî ereba teze ye. Lê hindurda hesnê wê îda jeng girtine. Ew mesele dikarin beramberî hine malbeta bikin. Hine malbetada tê bêjî şabûn heye, lê bi rastiyê derd û êş dilê wanda ne. Malbetêda dikare tiştên usa biqewime çi ku edilaya malbetê xirab dike. Du çetinayî çi ku dikare xirab ser malbetê hukum be, ew heye gelek îçkevexwarin û zulmkarî.
ÇERÇIRANDIN JI BO GELEK ÎÇKEVEXWARINÊ
2. a) Nihêrandina Kitêba Pîroz ser îçkevexwarinê çi cûreyî ye? b) Çi tê hesabê gelek îçkevexwarin?
2 Kitêba Pîroz qedexe nake wekî meriv îçke vexwe, lê qedexe dike kengê meriv gelek îçke vedixwe (Metelok 23:20, 21; 1 Korintî 6:9, 10; 1 Tîmotêyo 5:23; Tîto 2:2, 3). Gelek îçkê vexwin û hevek îçkê vexwin ew wek hev nîne. Çaxê meriv hînî îçkê dibe, ew îda îçkêva tê girêdanê û hertim dixwaze vexwe, çiqas hebe wê haqas jî vexwe. Sed heyf, lê çawa merivên mezin usa jî zar dikarin hînê îçkê bin.
3, 4. Hergê mêr gelek îçkê vedixwe, ew yek ça dikare ser jin û zara hukum be?
3 Seva gelek îçkevexwarinê edilayî nava malbetêda nayê xweykirinê, Xebera Xwedê jî vê yekê dibêje (Qanûna Ducarî 21:18-21). Her kes malda ziyanê dikeve. Jin berxwe dikeve û dişirmîş dibe çi bike, wekî mêrê wê îçkê biterikîne û bê guhastinê.a Lema jî diqewime ew îçke û perê wî ji wî vedişêre û wî hêlan dike wekî hizkirinê hindava malbetê û Xwedê bide kifşê. Lê ew dîsa jî pey îçkê diçe. Çaxê jin divîne wekî tiştek alî mêrê wê nake, jin dilteng dibe û hesab dike wekî tiştekî nikare bike. Diqewime ji bo wê yekê, tirs, hêrsbûn, xwe sûcdarkirin û berxweketin bal wê pêşda bê.
4 Çaxê dê yan bav hiz dike gelek îçkê vexwe, ew yek gelek xirab ser zarên wan hukum dibe. Çimkî carna dê-bav hindava zara gelek bêrem in, yan zar têne xirabkirinê aliyê sêksûalîda. Carna zar dikarin xwe neheq hesab kin, seva wê yekê ku dê yan bavê wan gelek îçkê vedixwin. Ewana baweriya xwe hindava meriva unda dikin, çimkî dibînin wekî gelek îçke vexwarin, çi pey xwe tîne. Zar şerm dikin gilî kin derheqa wê yekê, çi ku malbeta wanda diqewime. Ewana her tişt dilê xweda xwey dikin û ew yek ser sihet-qewata wan hukum dibe (Metelok 17:22). Ew zar çaxê mezin dibin, diçerçirin ji bo wê yekê ku ser xwe bawer nînin.
MALBET ÇI DIKARE BIKE?
5. Çawa merivê xwe bidine sekinandinê, ji gelek îçkevexwarinê û çira ew yek çetin e?
5 Gelek merivên zandar dibêjin, hergê meriv îda hînê îçkê bûye, çetin e wî bidine sekinandinê wekî qe venexwe. Lê seva ku xwe xweyî kin ji gelek îçkevexwarinê, gerekê qe îçkê venexwin. (Beramber kin Metta 5:29.) Bi gotin gelek hêsa ye bêjin, alî wî merivî bikin kê gelek îçkê vedixwe, lê çetin e ew yek bikin, îlahî hingê, çaxê meriv hesab nake ku hînî îçke bûye. Lê hergê neferên mala wî wîra bidine kifşê, ku gelek îçkevexwarin ziyanê dide nefera, diqewime wî çaxî ew îçkê biterkîne. Hekîmekî zandar derheqa wan malbeta usa dibêje: “Ez hesab dikim wekî bona her kesa nava malbetêda, diha baş e bi xîret şixulê xweyî her rojî bikin. Çimkî ewê ku îçkê vedixwe, wê texmîn ke ku çiqas ew ji malbeta xwe cude dibe”.
6. Ji ku dikarin bistînin şîretên lape baş, bona wan malbeta, kîderê meriv gelek îçke vedixwe?
6 Hergê malbeta weda heye ew meriv yê ku hiz dike gelek îçke vexwe, şîretên ji Kitêba Pîroz wê alî we bikin rast bijîn (Îşaya 48:17; 2 Tîmotêyo 3:16, 17). Werên şêwir kin derheqa wan prînsîpa, yên ku wê alî malbetê bikin, safî kin çi bikin çaxê meriv gelek îçke vedixwe.
7. Kê ye neheq hergê kesek malbetêda hiz dike gelek îçkê vexwe?
7 Bona her tiştî xwe sûcdar nekin. Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî “her kesê xurca xwe hilgire” û “her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Galatî 6:5; Romayî 14:12). Carna usa diqewime, wekî ewê ku îçkê vedixwe, her kesê malbeta xweda neheq dike. Mesele ew dikare usa bêje: “Hergê hûn hindava min baş bûna minê îçkê venexwara”. Çaxê merivên din wê yekêda piştgiriya wî dikin, bi wê yekê ewana dest pişta wî dixin û hêlan dikin wekî ew berdewam ke îçkê vexwe. Lê ew, yên ku dikevine bin hukumê merivê din û ewên ku îçkê vedixwe, wê xwexa caba xwe bide seva kirên xwe. (Beramber kin Fîlîpî 2:12.)
8. Çi gerekê bikin wekî ew meriv yê ku hînî îçkê bûye, ser xwe texmîn ke axiriya vexwarina xwe?
8 Nefikirin wekî hûn her gav gerekê, her tiştî bikin dewsa wî merivî yê ku hiz dike gelek îçkê vexwe. Kitêba Pîrozda heye meselek derheqa wî merivî, ku hertim xwe dike nava qeziyê, ew mesele em dikarin beramberî wî merivî bikin yê ku hiz dike gelek îçkê vexwe. “Hergê tu bidî xatir, tê dîsa biwekilînî” (Metelok 19:19). Îzin bidin wî merivî yê ku hînî îçkê bûye, ser xwe texmîn ke axiriya vexwarina xwe. Bira ew xwexa paşî îçkevexwarinê pey xwe temiz ke. Usa jî bira xwexa mezinê xebatêra têlê xe û şiroveke çira ew neçû xebatê.
Rûspiyên civatê dikarin alîkariyê bidin wan malbeta çetinayên kîjana ku hene
9, 10. Neferên wan malbeta kîderê meriv gelek îçkê vedixwe, çira gerekê alîkariyê bixwaze û ji kê?
9 Alîkariyê ji yên din qebûl kin. Metelok 17:17-da tê gotinê: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran”. Gelek çetin e çaxê malda, kesek gelek îçke vedixwe. Alîkarî wera lazim e. Şerm neke, alîkariya hevalên xwe qebûl ke (Metelok 18:24). Hûnê şîretên kêrhatî bikaribin bistînin ji wan meriva, halê kîjana mîna ya we ye, yan jî ewana fem dikin dereca we. Lê fesal bin. Dilê xwe wî merivîra vekin, kê xeberdana we yên dinênara gilî neke (Metelok 11:13).
10 Hîn bin baweriya xwe rûspiyên civatê bînin. Alîkariya lape mezin rûspiyên civatê dikarin bidine me. Ew mêrê cêribandî Xebera Xwedê gelek rind zanin. Çimkî şîretên ji Kitêba Pîroz emirê xweda dane xebatê. Ewana bi rastiyê dikarin bona me bibin mîna çîya, ku me ji ba vedişêrin û mîna siya zinara mezin (Îşaya 32:2). Rûspiyên civatê ne ku tenê civatê bi temamî ji hukumtiya xirab xwey dikin, lê şexsî bona wan jî xem dikin, kê rastî çetinaya tê. Alîkariya wan qebûl kin.
11, 12. Kê û ça dikare alî wan malbeta bike, kîderê meriv gelek îçkê vedixwe?
11 Ferz ew e wekî qewatê ji Yehowa bigerî. Kitêba Pîroz me dil germ dike, bi xeberên usa: “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û mirim-belengaza didebirîne” (Zebûr 34:18). Hergê hûn dilteng dibin seva wê yekê ku merivek ji malbeta we gelek îçkê vedixwe, bîr nekin wekî Xwedê nêzîk e (1Petrûs 5:6, 7).
12 Baweriya hindava nivîsarên Kitêba Pîroz, wê alî we bike, çetinayên xwe teyax kin (Zebûr 130:3, 4; Metta 6:25-34; 1 Yûhenna 3:19, 20). Hergê em Kitêba Pîroz hîn dibin û şîretên ji wê kitêbê emirê xweda didin xebatê, emê ruhê Xwedêyî Pîroz bistînin. Ew ruh “zorayiya qewatê” dide me, seva ku em roj bi roj çetinayada sebir kin (2 Korintî 4:7).b
13. Çi cûre çetinayên teze nava malbetêda dikarin pêşda bên?
13 Ji bo gelek îçkevexwarinê dikare çetinayên teze nava malbetêda pêşda bên. Mesele, zulmkarî nava malbetêda.
ZULMKARÎ ÇERÇIRANDINÊ PÊŞDA TÎNE
14. Zulmkarî çi çax destpêbû û nava malbetada çi îro diqewime?
14 Terîxiya dinyayêda zulmkariya pêşiyê wî çaxî qewimî, çaxê Qayîn birê xwe Habîl kuşt (Destpêbûn 4:8). Ji wî wedeyîda zulmkarî hate belakirinê nava malbetada. Mêr jina xwe dikute, jin digihîje mêrê xwe, dê-bav zarên xweyî biçûk bêremtî dikutin û zarên mezin gelek bêrem in hindava dê-bavê xweye emirda mezin.
15. Çawa zulmkarî ser temamiya malbetê hukum dike?
15 Zulmkariya hindava neferên malê êşeke giran dike dilê meriva. Ew êş ji birînên bedenê hê qewî ye. Jinek mêrê kîjanê ku lê dikute, gilî dike: “Hertim ez dixebitîm ser wê yekê, ku xwe sûcdar nekim û şerm nekim. Şebeqê çaxê ez hişyar dibim, ez dixwazim wekî ew hemû tişt xewn be”. Ew zar yên ku nava malbetêda zulmkariyê divînin, yan ser xwe texmîn dikin, axiriyêda xwexa dikarin bibine merivne zulm hindava malbeta xweda.
16, 17. Dîsa çi cûre zulmkarî heye û ew yek malbetêda ça ser her kesî hukum dibe?
16 Zulmkariya nava malbetêda, ne ku tenê ew e çaxê ziyana bedenê distînî. Lê gelek car zulmî dikare ji bo xeberdana ziyandar be. Metelok 12:18-da nivîsar e: “Xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin”. Nava wê zulmkariyêda ya ku “birîndar” dike, usa jî dikevine xeberên nepak, qare-qar, qerfkirin, bêhurmetkirin û tirsandin. Merivên dor ber nikarin bivînin dilê meyî birîndar, çimkî ew dexme dilda dimîne.
17 Îlahî ser zara, ew yek xirab hukum dibe. Çaxê ser zara hertim dikine qare-qar, bêhurmet dikin û ser dikenin, wî çaxî zar xwe bêhurmetkirî hesab dike. Rast e her zarekîra şîretkirin lazim e, lê Kitêba Pîroz temiyê dide bava: “Bavno, hêrsa zarêd xwe ranekin, wekî ew ber xwe nekevin” (Kolosî 3:21).
ÇAWA XWE XWEY KIN JI ZULMKARIYA NAVA MALBETÊDA
Jin û mêrê Mesîhî yên ku hevdu hiz dikin û qedirê hev zanin, wê zû çetinayên xwe safî kin
18. Zulmkarî ji ku dikare pêşda bê û Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wê yekê ça ji xwe dûr xin?
18 Zulmkarî dilda û hişda pêşda tê û hişê me, me hêlan dike ewê yekê bikin (Aqûb 1:14, 15). Seva ku zulmkariyê nekin, meriv gerekê derbêra ewê yekê ji hişê xwe temiz ke (Romayî 12:2). Gelo ew yek çetin e em bikin? Na. Çimkî qewata Xebera Xwedê usa qewî ye, ku dikare meriva biguhêze. Ew dikare fikirên nepak û gelek xirab ji dilê me temiz ke (2 Korintî 10:4; Îbranî 4:12). Zanebûna ji Kitêba Pîroz alî meriva dike xwe biguhêzin û bibine merivne nû (Efesî 4:22-24; Kolosî 3:8-10).
19. Jin û mêr gerekê hindava hevda çawa bin?
19 Heleqetiya orta jin û mêr. Hine meriv dibêjin, hergê mêr jina xwe nekute, jin wê qedirê serwêrtiya wî negire. Lê Xebera Xwedê ewê yekê qebûl nake. Li wir usa tê gotinê: “Mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike” (Efesî 5:28). Xêncî wê yekê Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî mêr gerekê “çawa qisimê sist qedirê wan bigirin” (1 Petrûs 3:7). Jinara jî temî tê dayînê mêrê “xwe hiz bikin” û qedirê wî bigirin (Tîto 2:4; Efesî 5:33). Hergê mêr bi giliya jina xwe bêhurmet dike, yan dikute, ew nikare bêje wekî ew qedirê wê digire. Usa jî jin hergê ser mêrê xwe dike qajînî, lê bêhurmet dike, ew nikare bêje, wekî ew mêrê xwe hiz dike û qedirê wî digire.
20. Ber kê dê û bav cabdar in, û çira ewana gerekê gelek ji zarên xwe dewa nekin?
20 Helal û rast bin hindava zara. Zar hewcê hizkirin û xemkirina dê-bavê xwe ne, ewana hêjayî wê yekê ne. Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî zar “pêşkêşêd Xudan in” û “dayîna Wî” ne (Zebûr 127:3). Dê û bav, seva wê pêşkêşê ber Yehowa cabdar in. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “axmaxtî dilê” zarada ne (1 Korintî 13:11; Metelok 22:15). Dê-bav gerekê ecêbmayî nemînin, kengê divînin ku zara wan tişteke nerast dike. Ewana gerekê bîr nekin, wekî zara wan hê biçûk e. Lema jî ji zara gerekê haqas dewa bikin, çiqas ku ew dikare bike. (Binihêre Destpêbûn 33:12-14.)
21. Zar hindava dê-bavê xwe gerekê çi cûreyî bin, wekî Xwedê xweş bên?
21 Heleqetiya zara tevî dê-bava, çaxê ewana emirda mezin in. Qanûna Kahîntiyê 19:32-da tê gotinê: “Li ber yê porsipî rabe û qedirê emirê mezin bigire”. Xebera Xwedê hîn dike, wekî qedirê mezina bigirin. Ew yek dikare haqas jî ne hêsa be. Çimkî carna dê-bavên emirda mezin gelek tişt dewa dikin, nexweş dikevin, qudûmê wan nagire zû-zû rê herin, yan jî çetin ser giliyava diçin. Lê dîsa jî zarara şîret tê dayînê “deynê dê û bavê xwe vegerînin” (1 Tîmotêyo 5:4). Ew yek tê hesabê wekî hindava wan gerekê bi qedir bin û wana qîmet kin, usa jî aliyê matêriyalîda alîkariyê bidine wan.
22. Çi dikare alî meriva bike hêrsa xwe bigirin?
22 Zû hêrs nekeve. Metelok 29:11-da tê gotinê: “Axmax hemû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike”. Lê meriv ça dikare hêrsa xwe bigire? Dewsa wê yekê ku dilteng bin, wê baş be pêra-pêra safî kin wan çetinaya (Efesî 4:26, 27). Çaxê tu texmîn dikî, wekî nikarî hêrsa xwe bigirî, wê baş be wê demê rabî û herî. Dua bike û ji Xwedê ruhê wîyî pîroz bixwaze, seva ku zû hêrs nekevî (Galatî 5:22, 23). Ji mal derê, yan tiştekî dinva mijûl be, çimkî ew yek wê alî te bike wekî hêrsa xwe bitemirînî (Metelok 17:14, 27). Bixebite ku “xweyîsebir” bî (Metelok 14:29).
HEV BIQETIN YAN BERDEWAM KIN TEVÎ HEV BIJÎN
23. Çi dikare biqewime hergê Mesîhî hêrsa xwe nagire?
23 Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê derheqa “neyartî, şer-dew . . . hêrsketin”. Ew her tişt Xwedê xweş nayê û “yêd van tişta dikin, Padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-21). Hergê Mesîhî nikare hêrsa xwe bigire, û gelek sert û bêrem e hindava jin-mêr yan zarên xweda, ew dikare ji civatê bê derxistinê, hergê gunê xwe nede rûyê xwe. (Beramber kin 2 Yûhenna 9, 10.) Usa civat wê temiz bimîne ji wan meriva kê tiştên nerast dike (1 Korintî 5:6, 7; Galatî 5:9).
24. a) Jin çi dikare bike, çaxê mêrê wê lê dikute û nayê guhastinê? b) Heval û rûspî çi dikarin bikin, û çi gerekê nekin?
24 Hergê mêrê Mesîhî jina xwe dikute û nayê guhastinê, jin çi dikare bike? Hine jin safî dikin mêrê xwe nehêlin. Yên din safî dikin mêrê xwe bihêlin, çimkî divînin wekî ew yek xirab hukum dibe ser sihet-qewata wan, ruhaniya wan û emirê wan. Hergê ew Mesîhî yê ku ziyanê ketiye, safî dike here, ew safîkirina wê ye ber Yehowa (1 Korintî 7:10, 11). Heval, merivên nêzîk û rûspiyên civatê, dikarin bi dilê temiz alîkarî û şîreta bidine wan meriva yên ku ziyanê ketine. Lê ewana gerekê fesal bin, wekî zorê wan nekin û dewsa wan safî nekin, ku ewana çi bikin. Çimkî ew yek safîkirina wane şexsî ye (Romayî 14:4; Galatî 6:5).
KUTASIYA ÇETINAYA
25. Nihêrandina Yehowa hindava malbetê çi cûreyî ye?
25 Çaxê Yehowa Adem û Hêwa çêkir, ewî nedixwest, wekî malbetêda merivne usa hebin, yên ku gelek îçke vedixwin û zulmkariyê dikin (Efesî 3:14, 15). Malbetêda gerekê hizkirin û edilayî hebûya. Malbetêda gerekê bona hevdu xem bikirana, ça aliyê ruhanîda usa jî tiştên mayîn da. Lê ji bo gunekirinê halê malbetê çiqas çû xirab bû. (Beramber kin Waîz 8:9.)
26. Çi axirî hîviya wan meriva ye, kîjan ku usa dijîn, çawa Yehowa xweş tê?
26 Yehowa nêta xwe hindava malbetê neguhastiye. Ew soz dide, wekî wê emirê heta-hetayê bide me. “Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û . . . êş-êşûk” wê bide hildanê (Eyantî 21:4). Wî çaxî, çetinayên usa ça gelek îçkevexwarin, zulmkarî û gelek tiştên din, yên ku ziyanê malbetêra tînin, wê bêne bîrkirinê. Meriv wê bikenin ne bona wê yekê ku dixwazin kul-derdên dilê xwe veşêrin, lê wê bi dil û can şa bin, çimkî wê “erdê war bin” (Zebûr 37:11).
a Çaxê em dibêjin derheqa îçkevexwarinê, ew yek ne ku tene derheqa mêra ye, lê usa jî derheqa jina ye.
b Hine welatada hene ciyên qenckirina îçkevexwarinê û ew yek alîkarîke mezin e bona malbeta. Her kes xwexa safî dike ewê alîkariyê qebûl ke yan na. Şedên Yehowa wê yekêda şîretê nadin, ku kîjan qenckirin hê kêrhatî ye. Lê gerekê fesal bin, çaxê alîkariyê bal kesekî digerin, seva ku nekevine telikê, û miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz neçin.