KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 1 rûp. 4
  • Cinet û Merivêd Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cinet û Merivêd Pêşin
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Jîyîn Cinetêda Çi Cûreyî Bû?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
  • Cineta Undakirî
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Çima Em Kal-Pîr Dibin û Dimirin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 1 rûp. 4
Adem û Hêwa baxçê Êdênêda, dor-berê wan heywan in

SERÊ 1

Cinet û Merivêd Pêşin

Xwedê dinya elam û emir li ser erdê diefirîne. Ew usa jî jin û mêrê qedandî diefirîne, wana cîwar dike di baxçê bedewda û temiya dide wan

Şêr, çivîk, û xezal baxçê Êdênêda

“DESTPÊBÛNÊDA Xwedê erd û ezman efirandin”, ev giliyê navdar in (Destpêbûn 1:1, PKM). Rast e ev giliyê hêsa ne, lê ewana usa jî gelek hewaskar in, çimkî bi van giliya Kitêba Pîroz nasiya me dide tevî kesê lapî ferz, dêmek tevî Yahowa Xwedayê Himzor. Rêzêd pêşin di Kitêba Pîrozda gilî dikin, derheqa wê yekê ku Xwedê dinya elam û usa jî erd efirand, li ser kîjanî em dijîn. Paşê jî rêzêd mayînda tê şirovekirinê wekî nav çend rojada, dêmek nav çend wedê dirêjda Xwedê erd da meriya seva ku ew bijîn, û usa jî hemû keremetêd tebiyetê efirand.

Efirandina Xwedêye lapî baş li ser erdê, merî bû. Çimkî merî dilqê Xwedêda hatibû efirandinê, dêmek dikaribû hunur-xeysetêd Yahowa eyan kira, mesele yêd usa ça hezkirin û bîlanî. Xwedê merî ji axa erdê efirandin. Navê wî danî Adem û ew kire cinetê baxçê Adenê. Di vî baxçeyîda Xwedê gelek darêd bedew û berdar nikandin.

Xwedê dît wekî Ademra alîkarî lazim e. Lema jî ewî parxaneke Adem hilda, kulfetek çêkir û anî cem wî. Ew bû jina Adem û paşê hate navkirinê Hêwa. Adem şabûna giliyê usa got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e”. Xwedê got: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:22-24; 3:20, PKM).

Xwedê du temî da Adem û Hêwayê. Ya pêşin, wana gerekê erd bêcerkirana, xweyîkirana û pêva mijûl bûna, paşê jî erd pê meriya tijîkirana. Ya duda, Xwedê got ku ji temamiya baxçê Adenê tenê ji darekê ewana gerekê êmîş nexwin, dêmek ji “dara qencî û xirabî naskirinê” (Destpêbûn 2:17, PKM). Heger wana gura Xwedê nekirana, ewana gerekê bimirana. Bi van temiya Xwedê mecal da Adem û Hêwayê, wekî nîşan kin ku ewana qebûl dikin Yahowa ça serwêrê xwe. Bi guhdarîkirina xwe, ewana usa jî dikaribûn hezkirin û razîbûna xwe hindava Xwedêda kifşkirana. Gelek meniyêd wan hebûn, wekî gura Yahowada bûna ku şabûn wanara dianî. Ev merivêd qedandî û bê qusûr bûn. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31, PKM).

Li ser hîmê kitêba Destpêbûn serê 1 û 2.

  • Çi gilî dike Kitêba Pîroz derheqa efirandina meriya û mala wane li ser erdê?

  • Bi qirara Xwedê merî ça gerekê bijîtana?

  • Xwedê çi temî da merivêd pêşin?

NAVÊ XWEDÊ

Nivîsarêd Pîroz li ser Xwedê cûre-cûre sernav dibêje. Mesele Efirandar û Xwedayê Himzor. Hine sernav hunur-xeysetêd Xwedê eyan dikin, mesele, ça pîrozî, qewat, heqî, bîlanî û hezkirina wî. Lê Xwedê navekî mexsûs xwera hilda, Yahowa, û ev nav tek e. Di Kitêba Pîroze orîjînalêda ev nav weke 7 000 car hatiye nivîsarê, û cara pêşin di kitêba Destpêbûn 2:4-da hatiye nivîsarê. Navê Yahowa tê hesabê “Ev dikare bibe”. Gelek ferz e pêbihesin derheqa mena navê wî, çimkî ev nav dide kifşê wekî Xwedê her nêtêd xwe û her sozêd xwe dikare bîne sêrî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin