SERÊ 4
Xwedê Tevî Birahîm Peymanê Girêdide
Birahîm gura Xwedê dike û baweriya xwe nîşan dike. Yahowa soz dide Birahîm, wekî wî kerem ke û zuretêd wî jî zêde ke
PAŞÎ Sêlava Dinyayê weke 350 sal derbaz bûn. Birahîm pêxember bajarê pêşdaçûyî Ûrda dijît, (yê ku li ser erdê Îraqa îroyîn e). Bawerbûna Birahîm qayîm bû. Lê carekê baweriya wî hate cêribandinê.
Yahowa Birahîmra got, wekî ew ji welatê xwe derkeve û here erdê nenas, ev erdê Kenanê bû. Birahîm bê dudilî gura Xwedê kir. Ewî jina xwe Sara, û kurê birê xwe Lût û hemû neferêd mala xwe hilda, kete rêke dirêj heta ku bigihîje Kenanê. Wêderê ewana çadirada dijîtin. Yahowa peyman tev Birahîm girêda û soz da wî, ku ji wî cimeteke mezin wê derkeve û bi saya Birahîm hemû malbet wê bêne keremkirinê, û zuretêd wî jî bibine xweyê erdê Kenanê.
Birahîm û Lût dewletî bûn, çimkî kerî-sûriyêd heywanêd wan gelek li hev zêde dibûn. Birahîm bê timatî gote Lût, wekî pêşiyê ew xwera erd bijbêre. Hingê Lût di herêma Ûrdonêye berdarda erd xwera jibart, yê ku nêzîkî bajarê Sodomê bû. Bineliyêd vî bajarî merîne bênamûs bûn, û pêşberî Yahowa gelek gunêd giran dikirin.
Wede şûnda Yahowa Xwedê dîsa carekê gote Birahîm, ku zuretêd wî mîna steyrkêd ezmana wê zêde bin. Birahîm baweriya xwe vê yekê anî. Wede derbaz dibû, lê Sara jina wîye hezkirî bê zuret bû. Çaxê Birahîm 99 salî bû lê Sara 90 salî, Xwedê got, wekî wê kur wanra bibe. Xwedê sozê xwe anî sêrî, û Sarayêra kur bû, navê wî Îshaq danîn. Rast e, zarêd Birahîme din jî hebûn, lê Xilazkar derheqa kîjanî ku di Adenêda pêşda hatibû gotinê, gerekê xût ji Îshaq bihata.
Wî çaxî Lût tevî malbeta xwe di Sodomêda dijît. Ew merîkî rast bû û nebû mîna wan merivêd bênamûs, yêd ku di Sodomêda dijîtin. Pêşiya kutakirina Sodomê, Yahowa milyaket şandin cem Lût wekî elamî wî kin, derheqa kutakirina vî şeherî. Milyaketa, Lût û malbeta wî lez xistin, wekî ewana zûskava ji Sodomê derkevin, û pişt xwe nenihêrin. Paşî vê yekê, Xwedê agir û kevirêd agirpêketî, mîna baranê barand li ser Sodomê û usa jî li ser Gomoraya zulm, yêd ku nêzîkî Sodomê bûn. Hemû bineliyêd wane xirab û bênamûs qir bûn. Lût û her du qîzêd wî xilaz bûn, lê jina wî pişt xweva zivirî, çimkî ewê heyfa xwe hebûna xwe anî. Belê, ji bo neguhdarîkirinê ewê emirê xwe unda kir.
Li ser hîmê kitêba Destpêbûn 11:10-19:38.