SERÊ 5
Xwedê Kerem Dike Birahîm û Malbeta Wî
Zuretêd Birahîm li hev zêde dibin. Xwedê di Misirêda alî Ûsiv dike
YAHOWA zanibû wekî Ewê ku seva wî ji hemûşka qîmettir e, gerekê rojekê cefê bikişîne û bimire. Pêxembertiya ku di kitêba Destpêbûn 3:15-da nivîsiye, derheqa vê rastiyê dibêje. Lê gelo Yahowa dikaribû meriyara nîşan kira, ku qurbanbûna Kurê wî wê çiqas giran li ser wî rûnişta? Di Kitêba Pîrozda meselek tê gilîkirinê, ya ku alî me dike evê yekê fem bikin. Carekê, Xwedê gote Birahîm, wekî ew kurê xweyî hezkirî, dêmek Îshaq bike qurban.
Bawerbûna Birahîm zef mezin bû. Tê bîra te ku Xwedê soz dabû wî wekî Xilazkar yan jî Zuret, ji Îshaq gerekê bihata? Birahîm bawer dikir wekî çi jî hebe û heger lazim bê, Xwedê wê bikaribe kurê wî sax ke, lema jî ewî gura Xwedê kir û hazir bû kurê xwe bike qurban. Lê milyaketek ku ji aliyê Xwedêda hatibû şandinê, wededa wî da sekinandinê. Xwedê pesnê Birahîm da, çimkî ew hazir bû kurê xweyî ku gelek qîmet bû bona wî, pêşkêşî Xwedê kira. Lema jî Xwedê dîsa carekê sozê xweyî berê gotî, wîra wekiland.
Wede şûnda Îshaqra du kur bûn, Esav û Aqûb. Himberî Esav, Aqûb tiştêd ruhanî gelek qîmet dikir, û seva vê yekê hatibû xelatkirinê. Xwedê navê Aqûb guhast û danî Îsraêl. 12 kurêd wî jî, bûne serokêd qebîlêd Îsraêlê. Lê gelo ça ji vê malbetê cimeteke mezin derket?
Kurêd Aqûb destpêkirin hevsûdiyê birê xweyî biçûk Ûsiv bikin. Ji bo vê yekê, wana ew hilda û dîltî firotin. Ûsiv birine Misirê. Rast e li wir Ûsiv gelek diçerçirî, lê Xwedê kerema xwe da wî xortê amin û mêrxas. Firewin padşayê Misirê, Ûsiv begem kir û wî kifş kir ça serkarekî mezin. Hema vî çaxî, çaxê xelayîke mezin destpêbû, Aqûb kurêd xwe şande Misirê wekî li wir hine xwarin bikirin. Û hingê ser parevekirina xwarinê, Ûsiv serwêrtî dikir. Çaxê wana birê xwe Ûsiv dît, seva kirê xwe poşman bûn û tobe kirin. Ûsiv jî baxşande wana û xem kir, wekî temamiya malbeta bavê wî derbazî Misirê be. Neferêd Ûsivra erdekî lapî baş hate dayînê, kîderê ku ewana dijîtin û zêde dibûn. Ahan, niha Ûsiv fem kir, wekî Xwedê rêberiya van hemû qewimandina dikir, wekî sozêd xwe bîne sêrî.
Aqûbê ku emirê xweda mezin bû, tevî malbeta xweye mezin îda heta mirinê di Misirêda jît. Çaxê ew ber mirinê bû, pêxembertî kir ku Zuretê sozdayî yan Xilazkar wê ji kurê wî Cihûda pêşda bê, û bibe Serkarekî himzor. Gelek sal derbaz bûn û çaxê Ûsiv jî ber mirinê bû pêxembertî kir, ku Xwedê wê malbeta Aqûb ji Misirê derxe.
Li ser hîmê kitêbêd Destpêbûn serê 20 heta 50; Îbranî 11:17-22.