KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 7 rûp. 10
  • Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Sê Belayên Pêşiyê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 7 rûp. 10
Mûsa du kevir girtine destê xwe, ser kîjana Dehe Temî nivîsar in

SERÊ 7

Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike

Yahowa belaya tîne serê Misirê, û Mûsa pêxember jî îsraêliya ji vî welatî derdixe. Xwedê bi saya Mûsa pêxember qanûnê dide îsraêliya

CIMETA Îsraêlê gelek sala di Misirêda dijîtin û li hev zêde dibûn. Paşê Firewinekî teze welatda serkartî dikir, ewî Ûsiv nas nedikir. Firewinê zulmkar gava dît ku cimeta Îsraêlê li hev zêde dibe, ji tirsa ewî ewana kirine dîl û ferman da, wekî hemû zarêd wane tezebûyî bavêjine çemê Nîlê, wekî bixeniqin. Lê jineke mêrxas, kurê xweyî sê mehyî hilda kire sevetê û di nav qamûşada veşart. Qîza Firewin ev zar dît, navê wî danî Mûsa û di mala padşêda mezin kir.

Çaxê Mûsa 40 salî bû, ewî xulamekî îbranî ji destê nobedarê misirê xilaz kir. Paşê ji bo vê yekê ew mecbûr bû bireve erdekî dûr, û wê derê ça meriyê sirgûnkirî jît. Çaxê Mûsa 80 salî bû, Yahowa wî paşda şande Misirê. Li wir ew gerekê rastî Firewin bihata, û ji wî dewa kira, wekî ew cimeta Xwedê berde.

Firewin pêra-pêra ev dewakirin înkar kir, lema jî Xwedê 10 bela anî li ser Misirê. Pêşiya her belakî, Mûsa diçû cem Firewin û digot wekî ew cimeta Xwedê aza ke, û wê ji bela xilaz be. Lê Firewin, Mûsa pêxember û Xwedê ber tiştekî hesab nedikir, û nedixwest evê yekê bike. Wedê bela 10 hemû nixuriyêd misiriya mirin. Lê ew malbetêd ku gura Xwedê kirin, xûna berxê derêd xwe xistin, û bi vê yekê xilaz bûn. Milyaketê ku gerekê nixurî bikuştana, kêleka malêd wanra derbaz dibû. Paşî vê yekê wede derbaz bû, û cimeta îsraêlî her sal dikirne bîra xwe, ku çawa Xwedê bi keremetê, ewana xilaz kirin. Seva vê yekê wana cejin xwera kifş kir û navê vê danîn, cejina Derbazbûnê.

Paşî mirina nixuriyê xwe, Firewin ferman da Mûsa, wekî ew û cimeta Îsraêl ji Misirê derkevin. Wana jî hema vê rojê destpêkirin karê xwe kirin û derketin. Lê hine wede şûnda, Firewin poşman bû ku ewana berdan. Ewî gelek esker û erebe hildan, û da pey wan. Çaxê îsraêlî gihîştine bera Sor, wana tirê îsraêlî ketine telikê. Lê Yahowa bera Sor ortêda kire du kera û ava berê du aliyava mîna dîwara sekinîn, îsraêlî îda dikaribûn ser erdê zihara derbaz bin. Çaxê misiriya dane pey wan, Xwedê usa kir, wekî dîwarê avê li ser Firewin û eskerêd wî hate xwarê, ewana gişk xeniqîn.

Wede şûnda, çaxê îsraêlî ber çiyayê Sînayê cîwar bûn, Yahowa peyman tevî wan girêda. Xwedê Mûsa kire ça orteçî û bi saya wî qanûn dan îsraêliya, yêd ku rêberiya wan dikir û di hemû derecada emirê wan xwey dikir. Cimeta Îsraêlê soz da, wekî her gav bi aminiyê gura serwêrtiya Xwedê bikin, lê Yahowa qirar kir, ku her gav wê tevî wan be û bi saya vê cimetê, wê yêd dinêna jî kerem bike.

Lê heçî zef ji cimeta îsraêlî baweriya xwe Xwedê neanîn, û bi vê yekê dilê wî êşandin. Lema jî Yahowa usa kir, ku ev cimet 40 salî li beriyêda bigere. Paşî vê yekê Mûsa dewsa xwe serkarekî teze kifş kir, navê wî Yêşû bû ew kurê Nûn bû, û merivekî îtbar bû. Niha cimeta îsraêlî îda dikaribûn biketana wî erdê, ku Xwedê soz dabû Birahîm pêxember.

Li ser hîmê kitêbêd Derketin; Qanûna Kahîntiyê; Jimar; Qanûna Ducarî; Zebûr 136:10-15; Karêd Şandiya 7:17-36.

  • Yahowa Mûsa pêxember ça da xebatê, seva azakirina cimeta Îsraêlê?

  • Çira cimeta îsraêlî destpêkir kifş ke cejina Derbazbûnê?

  • Yahowa çawa cimeta Îsraêl, ji dîltiya Misirê xilaz kir?

QANÛNA LAPE MEZIN

Dehe qanûnêd ku di kitêba Derketin 20:1-17-da nivîsar in, ev qanûnêd lape eyan in ji wan 600 qanûnêd, ku Yahowa bi Mûsa pêxember dabû. Lê çaxê ji Îsa pirsîn ku kîjan qanûna Xwedê lape mezin û ferz e, ewî got: “Xudan Xwedêyê xwe [Yahowa, DT] hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marqos 12:28-30; Qanûna Ducarî 6:5).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin