SERÊ 18
Keremetêd Îsa Mesîh
Ji keremetêd Îsa rind tê kifşê, wekî çaxê ew bibe padşa ew qewata xwe wê ça bide xebatê
XWEDÊ qewat da Îsa Mesîh seva şixulêd usa, yêd ku tu merî nikaribû bikira. Îsa gele keremet dikirin, û gele car şedêd keremetêd wî cimeta mezin bû. Pê van keremeta Îsa îzbat dikir, wekî ew ji dijminêd xwe gele qewattir e û dikare çetinayêd usa safî ke, yêd ku tu kes ji meriya nikare safî ke. Niha emê pêbihesin derheqa çend keremetêd wî.
Birçîbûn. Derbekî, Îsa ji avê şeraveke baş çêkir, eva keremeta wîye pêşin bû. Lê usa jî ewî du cara, pê çend mesî û nana, hezara merî têr kir, û her du cara jî xwarin usa zêde bû, ku ber wana ma.
Nexweşî. Îsa Mesîh “her cûre êş û nexwaşî” qenc dikirin (Metta 4:23). Ewî yêd kor, ker, seqet, topal, kotî, hîvketî û şilûşet jî qenc dikirin. Tunebû nexweşiya usa, kîjan ku Îsa nikaribûya qenc kira.
Qewata tebiyetê. Carekê Îsa tevî şagirtêd xwe, pê qeyikê li ser bera Celîlê diçû. Nişkêva firtoneke mezin rabû, şagirtêd Îsa gele tirsiyan. Hingê Îsa gote firtonê: “Bisekine, ker be!” û ba pêra-pêra seqirî (Marqos 4:37-39). Carekê jî, çaxê li ser berê firtone bû, Îsa Mesîh xwera hêsa ser avêra diçû (Metta 14:24-33).
Ruhêd xirab, dêmek cin. Cin dijminêd Xwedê ne, û ewana ji meriya gele qewattir in, lema jî merî nikare xwe ji wana xilaz ke. Îsa gele car emir kiriye, wekî cin ji meriya derkevin û wana bihêlin. Îsa ji cina neditirsiya, lê ewana ji Îsa Mesîh ditirsiyan, çimkî wana zanibû derheqa mezinaya hukumê wî.
Mirin. Tune meriyêd usa ku bikaribe ji mirinê xilaz be, lema jî li ser mirinê tê gotinê “dijminê xilaziyê” (1 Korintî 15:26). Lê Îsa, mirî sax dikirin. Mesele, ewî kurê jinebîkê û usa jî keçikek vegerande jîyînê. Keremeta wîye lape zor ew bû, ku ewî ber çevê geleka hevalê xwe Lazar, yê ku îda çar roj bû ku mirî bû, sax kir! Hela dijminêd Îsa jî mecbûr bûn qayîl bin, wekî Îsa keremeteke usa kir (Yûhenna 11:38-48; 12:9-11).
Lê gelo Îsa çira ev keremet dikirin? Ne ew merî, yeke wê bimirana? Rast e ev usa ne, lê bi van keremeta dihate îzbatkirinê, wekî pêşgotinêd derheqa Mesîh û Padşatiya wî, wê eseyî bêne sêrî. Padşê ku Xwedê xwexa jibart, wê birçîbûnê, nexweşiya, teşqelêd tebiyetêye nişkêva, cina û mirinê bide hildanê. Em dikarin bê dudilî van pêşgotina bawer bikin, çimkî çaxê Îsa li ser erdê bû ewî îzbat kir, wekî ji Xwedê îda standiye qewateke usa.