SERÊ 22
Şagirtêd Îsa bê Tirs Dannasîn Dikin
Rast e peyketin hene, lê civata mesîhiya zû li hev zêde dibin
DEH roj paşî çûyîna Îsa ser ezmana, di sala 33-da D.M., wedê cejina cihûya, dêmek Roja Pênciye hesab, 120 şagirtêd Îsa li Orşelîmê malekêda top bûn. Nişkêva di vê malêda dengekî mîna dengê ba tijî bû. Hingê keremet qewimî, şagirta destpêkirin bi cûre-cûre zimana xeberdin. Lê gelo ev yek ça usa qewimî? Xwedê ruhê xweyî pîroz da şagirta.
Ber vê malê gele merî ji hemû dera hatibûn, top bibûn. Ewana zendegirtî man, çaxê dîtin ku şagirtêd Îsa, bi zimanê wan rihet xeber didin. Çaxê Petrûs şirovedikir ku ça ev yek qewimî, ewî giliyê Yowêl pêxember wekiland, wekî ewêd ku bistînin ruhê pîroz, wê bistînin pêşkêşêd bi keremet (Yowêl 2:28, 29). Evê keremetê kifş kir, wekî Xwedê dewsa cimeta Îsraêl, îda civata mesîhiyaye teze qebûl dike. Dêmek kî ku bixwesta bibe qulixkarê Xwedê, gerekê pey Îsa Mesîh biçûya û bibûya mesîhî.
Roj bi roj peyketin zêde dibûn, dijminêd Îsa şagirtêd wî kirine kelê. Lê şev, milyaketê Yahowa derê kelê vekir û gote şagirta, wekî ewana herin û dannasîn kin. Berbangê ewana çûn paristgehê, û destpêkirin hîn kin derheqa Îsa. Dijminêd wan gele hêrs ketin, û îzin nedidan wekî ewana dannasîn kin. Lê şagirta bê tirs caba wan da: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karêd Şandiya 5:28, 29).
Peyketin hê qayîm bûn. Hine cihûd, şagirtê Îsa Steyfan gunekar kirin di vê yekêda, yan çi ew Xwedê bêhurmet dike. Wana Steyfan da ber kevira û kuştin. Şawûlê ji Tarsûsê, seva kuştina Steyfan qayîl bû. Ev Şawûlê cahil diçû Şamê, wekî şagirtêd Îsa Mesîh bide girtinê. Rêva ji ezmana şewqek kete ser wî, û ewî dengek bihîst: “Şawûl, Şawûl! Tu çima min dizêrînî?” Ewî jî got: “Tu kî yî, Xudan? Wî dengî gotê: “Ez ew Îsa me, yê ku tu dizêrînî” (Karêd Şandiya 9:3-5).
Sê roj şûnda, Îsa şagirtê xwe Hananiya şande cem Şawûl, wekî ronaya çevê wî bîne cî. Şawûl hate nixumandinê û bû mesîhiyê gelek baş di civatêda. Şawûl bê tirs şedetî dida derheqa Îsa, û ew eyan bû ça Pawlosê şandî.
Pêşiyê şagirtêd Îsa derheqa Padşatiya Xwedê, tenê cihûdara û sameriyara dannasîn dikirin. Lê carekê milyaketekî, xwe nîşanî sersedê eskerêd Romê Kornêlyo kir, yê ku xwedêxof bû. Milyaket gote Kornêlyo, wekî ew bişîne pey Petrûs û şagirtêd dinêna, wekî wî û neferêd wîra dannasîn bikin. Çaxê Petrûs hê xeber dida, yêd ku guhdarî dikirin ruhê pîroz hate li ser wan û Petrûs gote wan, wekî ewana bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Çimkî ewana îbranî nîbûn, lema jî bi vê yekê zelal bû wekî riya emirê heta-hetayê, hate vekirinê seva hemû cimeta. Û paşî vê yekê civat hazir bû, wekî mizgîniyê li ser temamiya erdê bela ke.
Li ser hîmê kitêba Karêd Şandiya 1:1-11:21.