SERÊ 5
Samûyêl Dikir Ew, Çi ku Rast bû
Samûyêlê cahil di konê Xwedêda dijît û dixebitî. Kon ew cî bû, kîderê ku meriv dihatin, wekî Yahowara qulix kin. Lê tu zanî Samûyêl ça hate kon? Werê em pêşiyê derheqa diya Samûyêl, Hannayê pêbihesin.
Gelek wext Hanna nikaribû zar bianiya. Lê ewê gelek dixwest ku zareke wê hebe, lema jî ewê Yahowara derheqa vê yekê dua dikir û lava ji wî dikir, wekî alî wê bike. Hannayê soz da Xwedê, ku hergê kurekê bîne, wê kurê xwe bişîne kon, seva ku ew li vir bijî û qulix ke. Yahowa caba duayê wê da, û ewê kurek anî. Hannayê, navê wî danî Samûyêl. Çaxê Samûyêl sisê yan çar salî bû, hingê çawa ku Hannayê soz dabû, ewê kurê xwe hilda û bire kon seva ku ew li vir Xwedêra qulix ke.
Elî di konêda serekkahîn bû. Herd kurêd wî jî, di konda çawa kahîn qulix dikirin. Bira bîra teda be, wekî kon ev mala Xwedê bû bona qulixkirinê. Û meriv dihatin li vir, seva ku piştgiriya wan tiştêd baş bikin, yêd ku di konda dihatine kirinê. Lê kurêd Elî tiştêd gelek xirab dikirin. Samûyêl didît wekî kurêd wî çi dikirin. Lê gelo Samûyêl dikir ewan tiştêd xirab, yêd ku kurêd Elî dikirin?~ Na. Samûyêl xwe li rastiyê digirt û hemû tişt usa dikir, çawa ku dê-bavê wî, ew hîn kirin.
Ça tu dişirmîş dibî, çaxê Elî didît wekî kurêd wî xirabiyê dikin, ewî gerekê çi bikira?~ Elî gerekê wana ceza kira. Xêncî vê yekê, ewî gerekê îzin neda wan ku dîsa jî di mala Xwedêda qulix kirana. Lê Elî usa nekir. Lema jî Yahowa gelek hêrs ket ser wî û du kurêd wî. Yahowa qirar kir wekî wana ceza ke.
Samûyêl giliyê Yahowa derbazî Elî dike
Êvarekî çaxê Samûyêl raza bû, ewî dengek bihîst yê ku gazî wî dikir: ‘Samûyêl!’ Hingê ew radibe û direve cem Elî, lê Elî dibêje: ‘Min gazî te nekiriye’. Ev yek du car zêdetir qewimî. Cara sisiya, Elî gote Samûyêl hergê tu dîsa carekê ev deng bibihêyî, gerekê usa bêjî: ‘Kerem ke Yahowa, bêje; ez te dibihêm’. Samûyêl hema usa kir, çawa ku Elî wîra got. Paşê Yahowa gote Samûyêl: ‘Bêje Elî ku ezê malbeta wî ceza kim, bona wan hemû tiştêd xirab ku ewana dikin’. Ça tu dişirmîş dibî Samûyêlra hêsa bû ev yek bigota Elî?~ Na, ev yek hêsa nîbû. Rast e Samûyêl tirsiya, lê ewî yeke hemû tişt usa kir, çawa ku Yahowa wîra gotibû. Herd kurê Elî hatine kuştinê, û Elî jî mir.
Samûyêl meseleke gelek baş e seva me. Rast e Samûyêl didît ku merivêd din tiştêd xirab dikirin, lê ewî yeke dikir ew, çi ku rast bû. Lê derheqa te çi dikarin bêjin? Tuyê bibî mîna Samûyêl û xwe mîna wî li rastiyê bigirî? Hergê tu usa bikî, tuyê dilê Yahowa û dê-bavê xwe şa bikî.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
1 Samûyêl 2:22-26; 3:1-21