KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 10 rûp. 22-23
  • Îsa Timê Guhdar bû

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Timê Guhdar bû
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsayê Donzdeh Salî
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 10 rûp. 22-23
Ûsiv û Meryem paristgehêda Îsayê biçûk dîtin

DERSA 10

Îsa Timê Guhdar bû

Hêsa ye her gav gura dê-bavê xwe bikî?— Carna hêsa nîne. Lê ça tu difikirî, Îsa gura kê dikir?—Ewî gura Yehowa û dê-bavê xwe dikir. Mesele, Îsa dikare alî te bike, wekî tu hela hê hingê jî gura dê-bavê xwe bikî, çaxê ev yek hêsa nîne. Werê em hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin.

Heta ku Îsa ser erdê bihata bûyînê, ew tevî Bavê xwe Yehowa, li ezmana bû. Lê ser erdê jî dê-bavê wî hebûn. Navên wan Ûsiv û Meryem bû. Lê tu zanî ewana çawa bûne dê-bavê Îsa?—

Yehowa emirê Îsa ji ezmana hilda û derbazî zikê Meryemê kir. Usa Îsa ser erdê hate bûyînê. Ev yek keremet bû! Çawa ku zar zikê diya xweda mezin dibin, usa jî Îsa zikê Meryemda mezin dibû. Neh meh derbaz bûn, û Îsa hate bûyînê. Usa Meryemê û Ûsiv bûne dê-bavê Îsa.

Çaxê Îsa 12 salî bû, ewî tiştekî usa kir, ya ku da kifşê, wekî ew gelek Bavê xwe Yehowa hez dike. Ev yek qewimî wî çaxî, gava Îsa û malbeta wî rê ketin, seva ku herin Orşelîmê. Ewana diçûne Orşelîmê seva ku li wir Yehowa bihebînin. Lê çaxê ewana vedigeriyane malê, Ûsiv û Meryemê tu cîkî nikaribûn Îsa bidîtana. Zanî Îsa kîderê bû?—

Çira Îsa paristgehêda bû?

Ûsiv û Meryem gelek lez diketin çaxê ji Orşelîmê vedigeriyane mal. Û çaxê Îsa unda kirin, destpêkirin hemû ciya wî bigerin. Ewana gelek ber xwe diketin, çimkî nikaribûn ew bidîtana. Lê sê roj şûnda, wana Îsa paristgehêda dît! Ça tu difikirî, Îsa çira paristgehêda bû?— Çimkî wêderê ewî dikaribû hê zêde derheqa Bavê xwe Yehowa pêbihesiya. Îsa gelek Yehowa hez dikir û dixwest pêbihesiya ku ça dikaribû dilê wî şa kira. Hela hê çaxê Îsa mezin bû jî, ewî her gav gura Yehowa dikir. Îsara timê hêsa nîbû gura Bavê xwe bike, lê yeke ew gura wîda bû. Hela hê hingê jî ew guhdar bû, gava gerekê biçerçiriya. Lê Îsa gura Ûsiv û Meryemê jî dikir?— Belê. Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Îsa gura wan jî dikir.

Tu ji mesela Îsa çi dikarî hîn bî?— Tu gerekê gura dê-bavê xwe bikî, hela hê hingê jî çaxê tera hêsa nîne. Tuyê gura dê-bavê xwe bikî?—

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Lûqa 1:30-35; 2:45-52

  • Efesî 6:1

  • Îbranî 5:8

PIRS:

  • Çawa Ûsiv û Meryem bûne dê-bavê Îsa?

  • Çaxê dê-bavê Îsa Orşelîmêda ew unda kirin, paşê ew kîderê dîtin?

  • Tu ji mesela Îsa çi dikarî hîn bî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin