DERSA 14
Padşatî, ya ku ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike
Hela tu dikarî bêjî, em derheqa kîjan Padşatiyê xeber didin?— Erê, ev Padşatiya Xwedê ye. Û ev Padşatî wê erdê bike cinet. Tu dixwazî derheqa vê Padşatiyê hê zêde pêbihesî?—
Her padşatiyêda heye padşa. Û padşa ser cimeta xwe, erdê xweda padşatiyê dike. Lê tu zanî, wekî Padşatiya Xwedêda kî ye padşa?— Îsa Mesîh. Ew ser ezmana ye. Û zûtirekê ewê ser hemûya bibe padşa! Lê ça tu difikirî, çaxê Îsa ser temamiya dinyayê padşatiyê bike, hingê emê bextewar bin?—
Çaxê tu derheqa cinetê difikirî, tu çi dixwazî bivînî?
Belê, emê gelek bextewar bin! Cinetêda merî tevî hev wê şer nekin. Her kes wê hevdu hez bikin. Tu kes wê îda nexweş nekeve û ne jî bimire. Çevê kora wê vebin, ker wê bibihên. Û ewên ku nikarin rê herin, wê bikaribin rê herin û birevin. Xwarina her kesî wê têr tije be. Heywan wê hevra bilîzin, û emê jî tevî wan bilîzin. Ew merî yên ku mirine, wê dîsa vegerin jîyînê. Tê bîra te, ji vê broşûrê te derheqa gelek mêr û jina pêhesiyayî. Mesele, Rêvêka, Rexab, Dawid û Êlyas. Tu zanî wekî ewana jî wê ji mirinê rabin! Lê çaxê ewana ji mirinê rabin, tu dixwazî wana bivînî?—
Yehowa te hez dike û dixwaze, wekî tu bextewar bî. Hergê tu berdewam kî derheqa Yehowa pêbihesî û timê gora wî bikî, tuyê bikaribî cineta bedewda heta-hetayê bijî! Tu dixwazî cinetêda bijîyî?—
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Îşaya 2:4; 11:6-9; 25:8; 33:24; 35:5, 6