KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 2 rûp. 6-8
  • Hindava Hevda Amin Bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hindava Hevda Amin Bin
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 ZEWACA XWE QÎMET KIN
  • Rêberiyê Cem Xwedê Bigerin, seva ku Zewaca We Bextewar be
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Paşî Dewatê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Ça Problêma Safî kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
Hê Zêde Binihêre
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 2 rûp. 6-8
Mêr him alî jina xwe dike ku ew bikewe avtoyê û him jî sîtevkê jêra digire

SERÊ 2

Hindava Hevda Amin Bin

“Ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne” (Marqos 10:9).

Yahowa ji me dewa dike, wekî qenciyê hiz bikin (Mîxa 6:8). Kitêba Pîroz dibêje, ku qencî ji hizkirinê tê. Û ev hunur meriya nêzîkî hev dike. Bi rastiyê jî ev yek di zewacêda gelek ferz e, çimkî hergê qencî tune be, wê îtbarî jî tune be. Û îtbarî gelek ferz e, seva ku hizkirinê pêşda bivin.

Roja îroyîn di gelek zewacada, mêr û jin aminiyê hindava hevda nikarin xwey kin. Lê seva ku hûn zewaca xwe xwey kin, gerekê du tişt hildin hesab.

1 ZEWACA XWE QÎMET KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10). Zewaca we di emirê weda, ev tiştekî lapî ferz e. Lema jî hêja ye, wekî hûn zewaca xwe qîmet kin.

Yahowa dixwaze, wekî hûn derheqa jin yan mêrê xwe xem bikin û wekî tevayî “jîyanek xweş” derbaz kin (Waîz 9:9). Yahowa wera zelal dike, wekî hûn gerekê mêr yan jina xwe tu car nimiz nekin, lê dewsê mecala bigerin seva ku hevdu bextewar kin (1 Korintî 10:24). Hevra bidine kifşê, ku ew seva we pir bi qîmet e.

Mêr jina xwera wexwerinekî germ tîne; mêr wedigere malê û divîne ku jina wî xwerinê hazir dikê

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Dişirmîş bin derheqa wê yekê, hela hûn her roj tevayî wede derbaz dikin, yan na. Mêr yan jina xwera timê wede bivînin

  • Tevayî tişta safî kin. Û çaxê tiştekî safî dikin, bêjin “em”, ne ku “ez”

Mêr û jin li ser hewa temiz wede derbaz dikin

2 DILÊ XWE XWEY KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28). Hergê kesek derheqa tiştêd bênamûsî timê dişirmîş dibe, hingê hindava mêr yan jina xwe ew amin namîne.

Yahowa dibêje, wekî tu gerekê “dilê xwe biparêzî [xwey kî]” (Metelok 4:23; Yêremya 17:9). Seva ku bikaribin evê yekê bikin, gerekê çevê xwe xwey kin (Metta 5:29, 30). Pey mesela Îbo pêxember herin, yê ku peyman tevî çevê xwe girêda bû, seva ku tu car bi temê xirab kulfetê nenihêre (Îbo 31:1). Serwaxt bin û tu car pornografiyê nenihêrin. Heyneser, ji vê yekê jî xwe dûr bigirin, seva ku heleqetiya romantîkî çênekin tevî wî merivî, tevî kîjanî ku hûn zewacêda nînin.

Li ser sifra xwey yê xebatê, mêr şikila jina xwe daniye

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hemûyara bidine kifşê, wekî hûn bi temamî hindava mêr yan jina xwe amin in

  • Hestêd hev hildin hesab, û pêra-pêra biqetînin hemû heleqetiyêd xweye necayîz, ji bo çi jî jin yan mêrê we dikarin dilteng bin

DEWSA WE, TU KES EVÊ YEKÊ WÊ NEKE:

Hindava xwe helal bin û sistbûnêd xwe têderxin (Zebûr 15:2). Şerm nekin û timê alîkariyê bixwazin (Metelok 1:5). Hergê cem we nêt-fikirêd bênamûsî hene, hûn gerekê hemû tiştî bikin ku ew înkar kin. Dilteng nebin (Metelok 24:16). Yahowa divîne wekî hûn çi qewatê didine xebatê seva ku hindava mêr yan jina xwe aminiyê xwey kin. Lema jî, Yahowa Xwedê wê eseyî we kerem ke.

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Ça ez dikarim seva mêr yan jina xwe hê gelek wede bivînim?

  • Ez dikarim bêjim ku mêr yan jina min hevalê minî baş e, yan na?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin