KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 4 rûp. 12-14
  • Çawa Rast Pera Xerc kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Rast Pera Xerc kin
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 SAFÎKIRINA RAST BIKIN
  • 2 HELAL BIN, Û NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN
  • Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 4 rûp. 12-14
Mêr û jin rind difikirin ku çawa rast pere xerc kin

SERÊ 4

Çawa Rast Pera Xerc kin

“Pêşniyarên [şixulêd] xwe bi şêwirêva bike” (Metelok 20:18).

Me her kesîra jî lazim e pere, seva ku derheqa hewcêd malbeta xwe xem bikin (Metelok 30:8). Xêncî wê yekê, pere meriya xwey dikin (Waîz 7:12). Wera, çawa cutêd zewicîra diqewime çetin dibe derheqa pera xeber din. Lê çi jî hebe, nehêlin wekî ji bo pera di zewaca weda problêm pêşda bên (Efesî 4:32). Mêr û jin gerekê îtbariya xwe hevdu bînin û tevayî şixulkariyê bikin, çaxê safî dikin ku çawa pera xerc kin.

1 SAFÎKIRINA RAST BIKIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28). Ev gelek ferz e, çaxê hûn tevayî şêwira hev dikin ku çawa pera bidine xebatê (Amos 3:3). Safî kin ku çi wera lazim e ku bikirin û çiqas hûn dikarin xerc kin (Metelok 31:16). Û hergê cem we êpêce pere jî heye seva ku tiştekî bikirin, ev nayê hesabê ku hûn eseyî gerekê wana xerc kin. Ji vê yekê xwe dûr bigirin ku nekevine bin deyna. Tenê wan pera xerc kin, yêd ku cem we hene (Metelok 21:5; 22:7).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hergê xilaziya mehê cem we dîsa hine perê zêde heye, tevayî safî kin ku hûn van pera ça dixwazin xerc kin

  • Hergê cem we kêmasiya pera heye, xwera binivîsin û dişirmîş bin hela çawa dikarin xercêd xwe kêm kin. Mesele, dewsa ku herin û xwarina hazir bikirin yan jî cîkî rûnên ku bixwin, wê baş be wekî xwexa xwarinê malda hazir kin

Mêr û jin difikirin derheqa xercêd xwe

2 HELAL BIN, Û NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Em bi helalî dikin, seva ku “rast derên, ne ku tenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî” (2 Korintî 8:21). Tevî mêr yan jina xwe vê yekêda jî helal bin, ku çiqas pere hûn qazanc dikin û çiqas xerc dikin.

Timê tevî hev şêwir bikin, çaxê safîkirinêd ferz dikin yêd ku perava girêdayî ne (Metelok 13:10). Çaxê hûn şêwira hev dikin derheqa pera, ewê alî we bike ku di zewaca xweda edilayê xwey kin. Ew perê ku hûn qazanc dikin, hesab kin ne ku perê xwe, lê perê malbetê (1 Tîmotêyo 5:8).

Mêr û jin pêşya ku tiştekî bikirin dîna xwe didine nivîsarêd xweye li ser kaxasê

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Pêşda şêwira hev bikin derheqa wê yekê, ku çiqas pera her kes ji we dikare seva xwe xerc bike

  • Hîviyê nîbin heta ku problêm ji bo pera pêşda bên, lê pêşiya vê yekê hemû tiştî safî kin

NIHÊRANDINA WE SER PERA

Rast e pere lazim û ferz in, lê nehêlin wekî ewana zewaca we xirab kin yan jî xemêd zêde wera bînin (Metta 6:25-34). Seva ku emirê we bextewar be, gelek pere lazim nîne. Kitêba Pîroz dibêje: “Hevza xwe ji timayê bikin” (Lûqa 12:15). Çi jî hûn pê pera bikirin, yeke tu tişt beramberî zewaca we nabe. Çimkî ev ji hemû tişta daha qîmet û biha ye. Lema jî destêd weda çiqas ku heye, hûn bi vê yekê razî bin. Û timê heleqetiya xwe tevî Xwedê bişêkirînin. Hergê hûn usa bikin, malbeta we wê bextewar be û hûnê qebûlkirina Xwedê bistînin (Îbranî 13:5).

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Çi em dikarin bikin seva ku nekevne bin deyna?

  • Kengê cara paşin min tevî mêr yan jina xwe derheqa pirsêd ku perava girêdayî ne, bi helalî şêwir kiriye?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin