PIRSA 7
Ça Xwe Xwey kim ji Bênamûsiyê?
TUYÊ ÇI BIKÎ?
Vê derecê bide ber çevê xwe: Tenê du meh ye, wekî Aza û Maks hev nas dikin, lê ew usa difikire, ku temamiya emirê xwe wî nas dike. Ewana hertim sms hevdura dişînin û bi siheta hevra xeber didin. Yek ji wan destpêdike xeberdanê, lê yê din berdewam dike wan fikira! Lê Maksra ne ku tenê xeberdan lazim e.
Nava wan du mehada Aza û Maks tenê destê hevdu digirtin û pê paçkirinê xatirê xwe hev dixwestin. Aza naxwaze, wekî orta wanda zêde tiştekî din hebe, lê usa jî naxwaze Maks ji destê xwe berde. Tenê kêleka wî ew xwe bedew û lazim hesab dike. Xêncî wê yekê ew xwera dibêje: “Ez û Maks, em hevdu hiz dikin . . .”
Hergê tu îda gihîştî yî, seva ku rastî kesekî bêyî, dêmek tuyê çawa xwe wê derecêda bidî kifşê?
BISEKINE Û BIFIKIRE!
Heleqetiya sêksûal ew heye pêşkêşa Xwedê bona wan, kê zewacêda ne. Hergê em pêşiya zewacê dikevine wê heleqetiyê, dêmek em nerast didine xebatê pêşkêşa Xwedê. Ew mîna wê yekê ye, wekî tu kinca bedew ya ku pêşkêşî te kirine, didî xebatê, çawa pînê tozê
Mesele hergê tu bixwazî ji baxê banzdî, seva ku mîna çivîka bifirî, tuyê ziyanê bistînî. Wê derecêda tu qanûna gravîtasiyayê înkar dikî. Anegorî wê yekê, hergê tu normên nav-namûsiyê naynî sêrî, tu dikarî ziyanê bistînî (1 Têsalonîkî 4:3).
Hergê guh nedine qanûnên Xwedê, axirî wê çawa be? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewê ku qaviyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike” (1 Korintî 6:18). Gelo ew çi tê hesabê?
Ji lêkolînkirinekê tê kifşê, wekî gelek xort û keçikên cahil, yên ku ketine heleqetiya sêksûal pêşiya zewacê, ser xwe texmîn dikin hine ji wan tişta, çi ku jêrê nivîsar in.
POŞMAN DIBIN. Heçî zef ji wan cahila, yên ku pêşiya zewacê dikevine heleqetiya sêksûal, paşê gelek poşman dibin.
ÎTBARIYÊ UNDA DIKIN. Axiriyê herdu jî hindava hevdu destpêdikin usa bifikirin, “Xêncî min ew dîsa tevî kê ketiye heleqetiya sêksûal?”
XEMGÎN DIBIN. Dilê xweda her keçik dixwaze, wekî seva wê xem bikin, ne ku seva kara xwe ewê bidine xebatê. Lê gelek xorta texmîn kirine, wekî paşî wê yekê ça keçikê serê xwe pêra daniye, ew îda wî xweş nayê.
Niha temam kin: Gava tu qayîl dibî bikevî heleqetiya sêksûal bê zewaca qanûnî, usa tu xwe bêhurmet dikî û ew çi ku lape qîmet e unda dikî (Romayî 1:24). Bedena te gelek qîmet e, heram neke!
Bide kifşê, wekî tu xwe wê qanûnê digirî, ya ku hêlan dike “ji qaviyê dûr bin” (1 Têsalonîkî 4:3). Lê çaxê tu bikevî zewacê, heleqetiya orta jin-mêra wê bi qanûnî bikeve para te. Wî çaxî tuyê ji tu tiştî xemgîn nebî, îsafa te wê te neçerçirîne, tuyê poşman nebî û tuyê xwe bêhurmet texmîn nekî. Usa jî her tiştên dine nebaş, yên ku dikarin pêşda bên ji bo heleqetiya bêqanûnî, wê neyne serê te (Metelok 7:22, 23; 1 Korintî 7:3).
LÊ TU ÇA DIFIKIRÎ?
Gelo ew merivê, ku bi rastî te hiz dike, wê sihet-qewata te û halê teyî êmosiyalî bike bin qeziyê?
Gelo ewê te hêlan ke berbi wê yekê, ji bo çi heleqetiya te tevî Xwedê xirab be? (Îbranî 13:4).