KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ypq pirsa 10 rûp. 30-31
  • Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike?
  • 10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
  • Têmên Mîna Wê
  • Rêberiya Rast û Nerast: Pirsa Rastî Kîjana Em Tên
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2024
  • Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
    Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
  • Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê
    Hişyar Bin!—2018
  • Alîkariya Zêde bona Dê-Bava
    Hişyar Bin!—2019
Hê Zêde Binihêre
10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
ypq pirsa 10 rûp. 30-31
Gedê cahil derva rûniştiye û Kitêba Pîroz dixûne

PIRSA 10

Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Hergê ew gotin rast e, dêmek Kitêba Pîroz dikare rêberiya rast bide te.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Dêwîd cîkî nenasra derbaz dibe. Ew nivîsar û hejmara wan kûça divîne û fem dike, wekî riya xwe şaş kiriye. Ça tê kifşê ewî kûça xwe şaş kiriye.

Hergê tu dewsa Dêwîd bûyayî, teyê çi bikira?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Çend mecalên te hene:

  1. Ji kesekî riya rast bipirsî.

  2. Xerîtê yan GPS bidî xebatê.

  3. Riya xwe berdewam bikî bi wê nêtê, ku tuyê riya rast bivînî.

Mecala sisiya ya lape nebaş e.

Mecala duda ji mecala pêşin çêtir e, çimkî bi saya xerîtê û GPS tu dikarî riya rast bivînî.

Hema bi vî cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bike!

Ew kitêba lape belabûyî dinyayêda wê alî te bike, wekî

  • çetinayên emirê xwe safî kî

  • bibî merivekî diha baş û xeyset-hunurên xwe rast kî

  • pêbihesî çawa bi emirekî bextewar bijîyî

CABÊN SER PIRSÊN LAPÎ FERZ

Meriv ji zarotiya xweda destpêdike pirsa bide.

  • Çira ezman şîn e?

  • Steyrk ji çi hatine çêkirinê?

Axiriyê em destpêdikin pirsa bidin derheqa wan tişta, çi ku dor-berê me diqewime.

  • Çira tiştên xirab diqewimin?

  • Meriv çira dimirin?

Diqewime cabên wan pirsa îda zûdava Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê?

Gelek meriv dibêjin, wekî Kitêba Pîroz ew kitêba rikiniyat û çîroka ye û gelek kevin e, yan jî gelek çetin tê femkirinê. Lê gelo rastî problêm wê kitêbêda ye, yan meriv derheqa wê kitêbê rastiyê nizanin?

Mesele, meriva tirê ku dinya bin hukumê Xwedêda ne, lê gelo ew yek rast e? Ne ew dinya hevketî ye, ew tije ye pê kul-derda, nexweşî û mirinê, teşqele û tengasiya. Em ça bawer kin, wekî ew hemû tişt ji Xwedê ye?

Tu dixwazî caba wan pirsa bistînî? Ew çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa wî, kê dinya kiriye bin hukumê xwe, dikare te ecêbmayî ke!

Diqewime te dîna xwe dayê, wekî şîretên ji wê broşûrê, ser hîmê Kitêba Pîroz in. Şedên Yehowa bawer dikin, wekî Kitêba Pîrozda rêberiyên kêrhatî hene, çimkî ew kitêb “ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Tuyê poşman nebî hergê safî kî lêkolîn kî ewê kitêba kevin, lê dîsa jî modêrn!

HÊ ZÊDE PÊBIHESE!

Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?

Binihêre vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” ser malpera www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin