KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 4 rûp. 16-rûp. 17 abz. 2
  • Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Kurê Baş Û Kurê Xirav
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 4 rûp. 16-rûp. 17 abz. 2
Qayîn hêrs ket gava Habîl Yehowara qurban an

DERSA 4

Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Adem û Hêwa ji baxçê Êdênê hatine derxistinê, û paşê gelek zar wanra hatine bûyînê. Qayîn, kurê wanî pêşiyê, bû cotkar, lê kurê duda Habîl, bû şivan.

Rojekê Qayîn û Habîl Yehowara qurban anîn. Tu zanî çi tê hesabê qurban? Ew tê hesabê pêşkêşa qîmet bona Xwedê. Yehowa qurbana Habîlra gelek şa bû, lê ya Qayînra şa nebû. Seva wê yekê Qayîn gelek hêrs ket. Yehowa gote Qayîn, wekî hêrsa wî dikare wî berbi kirê xirab bive. Lê Qayîn guh neda Xwedê.

Dewsê Qayîn gote Habîl: “Were em herine çolê”. Gava ewana çolêda tenê bûn, Qayîn birê xwe xist û wî kuşt. Gelo, Yehowa wê derecêda çi gerekê bikira? Yehowa Qayîn bi wê yekê ceza kir, ku wî ji malbeta wî dûr xist. Û îda îzina wî tune bû paşda vegere.

Çolêda Qayîn nêzîkî Habîl tê

Ji wê yekê em çi dersê dikarin hîn bin? Em jî dikarin hêrs kevin, hergê tiştek usa nabe, çawa em dixwazin. Hergê em texmîn dikin, wekî zû hêrs dikevin, û yên din jî wê yekê mera dibêjin, dêmek em gerekê ser xwe bixebitin û êmosiyên xwe zeft kin, heta ku ewê êmosiyê ser me kontrol nekiriye.

Habîl, Yehowa hiz dikir û tiştên rast dikir, lema jî Yehowa wê tu car wî bîr neke. Gava Yehowa erdê bike cinet, wê Habîl dîsa vegerîne jîyînê.

“Pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Metta 5:24).

Pirs: Du zarên Adem û Hêwayê çiva mijûl dibûn? Çira Qayîn birê xwe kuşt?

(Destpêbûn 4:1-12; Îbranî 11:4; 1 Yûhenna 3:11, 12).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin