KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 93 rûp. 216-rûp. 217 abz. 5
  • Îsa Vedigere Ezmana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Vedigere Ezmana
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Li Çiyayê Zeytûnê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Sax e!
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • “Hûnê . . . Bibine Şedên Min”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 93 rûp. 216-rûp. 217 abz. 5
Îsa vedigere ezmana, û şagirtên wî ser wî dinihêrin

DERSA 93

Îsa Vedigere Ezmana

Celîlêda, Îsa rastî şagirtên xwe hat. Ewî temiya ferz da wan û got: “Herin û hemû mileta hîn kin. Ew temiyên ku min dane we, wana hîn kin û binixumînin”. Îsa soz da wan: “Bizanibin, wekî ezê timê tevî we bim”.

Îsa paşî saxbûînê 40 roja bi seda şagirtara eyan dibû, çawa Celîlêda usa jî Orşelîmêda. Ewî tiştên ferz wana hîn kir û gelek keremet kir. Cara paşin Îsa ser Çiyayê Zeytûnê rastî şagirtên xwe hat. Ewî gote wan: “Ji Orşelîmê neçin. Berdewam kin hîviya wê yekê bin, çi ku Bav soz daye we”.

Şagirta fem nekirin, derheqa çi ew dibêje û ji wî pirsîn: “Niha tuyê bibî Padşê Îsraêlê?” Îsa caba wan da û got: “Yehowa hesab dike, wekî ew wede hê nehatiye, wekî ez bibime Padşa. Zûtirekê hûnê qewata ruhê pîroz bistînin û bibine şedên min. Herine Orşelîmê, Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê şedetiyê bidin”.

Paşî Îsa vegeriya ezmana, û ewr ew ji ber çevê wan veşart. Şagirt sekinîbûn û jor dinihêrîn, lê Îsa îda nedihate kifşê.

Şagirt ji Çiyayê Zeytûnê peya bûn û çûne Orşelîmê. Ewana hertim malekêda, otaxa jorinda top dibûn, dua dikirin û hîviya rêberiya Îsa bûn.

“Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

Pirs: Îsa çi temî da şagirtên xwe? Ser Çiyayê Zeytûnê çi qewimî?

(Metta 28:16-20; Lûqa 24:49-53; Yûhenna 20:30, 31; Karên Şandiya 1:2-14; 1 Korintî 15:3-6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin