TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎ NE ŞEDÊN YAHOWA?
Gelo Şedên Yahowa çi bawer dikin?
Şedên Yahowa bawer dikin ku “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Em Kitêba Pîroz didine xebatê çawa rêberî, kîjan ku me hîn dike derheqa Efirandar û ça bi jîyîna rast bijîn.
Kitêba Pîroz dibêje: “Bila bi vê yekê, bizanibin ku navê te, Yahowa ye! Û yê ku li ser temamiya gerdûnê Herî Bilind e, tenê tu yî” (Zebûr 83:18, AB). Lema jî, em tenê Yahowa Xwedêra qulix dikin û çawa Şedên wî, çiqas dikarin hemû tiştî dikin, seva ku navê wî merivara eyan kin (Îşaya 43:10-12).
Çawa Mesîhî em bawer dikin ku Îsa, “Kurê Xwedê”,a hate ser erdê û bû Mesîh (Yûhenna 1:34, 41; 4:25, 26). Paşî mirina xwe, Îsa çû li ezman (1 Korintî 15:3, 4). Paşê ew bû Padşa di Padşatiya Xwedêda (Eyantî 11:15). Ew Padşatî serwêrtiya rêalî ye, kîjan ku wê dîsa cinetê ser erdê vegerîne (Daniyêl 2:44). Kitêba Pîroz dibêje: “Wê nefsbiçûk [milûk] miraz bistînin welat, ji zêdehiya aştiyê [edilayê] bivînin lezet” (Zebûr 37:11, 29, ÎM).
“Ewana çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, bawer dikin ku Xwedê tevî wan xeber dide. Çaxê problêm rastî wan tên, ewana hildidin Xebera Xwedê û vêderê safîkirina digerin. . . . Xebera Xwedê sax e bona wan” (Keşîşê Katolîk Bênjamîn Çêrayat, rojname “Münsterländische Volkszeitung”, Almanya).
Şedên Yahowa bawer dikin ku Kitêba Pîroz dikare îro jî karê bide meriva (Îşaya 48:17, 18). Lema jî em prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê. Mesele, Kitêba Pîroz mera pêşda dibêje, ku em xwe dûr bigirin ji tiştên usa kîjan ku hiş û bedenê xirab dikin, lema jî em cixarê nakişînin û narkotîka jî nadine xebatê (2 Korintî 7:1). Em usa jî tiştên usa nakin, kîjan ku Kitêba Pîroz raste-rast qedexe dike, mesele serxwaşî, bênamûsî, û dizî (1 Korintî 6:9-11).
a Kitêba Pîroz ser Îsa usa jî dibêje “Kurê Xwedêyî tayê tenê”, çimkî ew bû yê pêşin û efirînê tek, kîjan ku Xwedê xwexa efirandiye (Yûhenna 3:18; Kolosî 1:13-15).