KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 10/1 rûp. 4
  • Gelo Kesek Dua Dibihê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Kesek Dua Dibihê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 10/1 rûp. 4
Şagirtên Îsa serê xwe berjêr kirine, Îsa jî serê xwe bilind kiriye û dua dike

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO HEYE KARA DUA?

Gelo Kesek Dua Dibihê?

Hine meriv difikirin ku duakirin badîhewa wede meriva distîne, û ku tu kes nabihê. Hineka jî dua dikirin lê texmîn dikirin, ku caba duayên xwe nastînin. Atêîstekî, da ber çevê xwe ku Xwedê heye, û paşê jêra dua kir û got: “Hema tenê hêdî dengekî bide min”. Lê ewî got ku Xwedê “deng dernedixist”.

Belê, Kitêba Pîroz îzbat dike, ku Xwedê heye û ew duayên me dibihê. Kitêba Pîroz ev yek berêda gotiye meriva: “[Xwedê] wê li ser dengê hewara te hilbet ku xêrê bi te bike, dema bibihîze wê bersivê bide te” (Îşaya 30:19). Rêzeke din jî di Kitêba Pîrozda usa dibêje: “Duaya rastan wî dilxweş dikin” (Metelok 15:8).

Îsa dua dikir Bavê xwera, û “êlimiya wî hate bihîstinê” (Îbranî 5:7).

Di Kitêba Pîrozda usa jî tê gilîkirinê meselên wan meriva, duayên kîjana ku hatine bihîstinê. Di rêzekêda tê gotinê ku Îsa wîra “reca” dikir, “yê ku dikaribû ew . . . xilaz bikira”. Û “êlimiya wî hate bihîstinê” (Îbranî 5:7). Dîsa meselên mayîn hene di Daniyêl 9:21-da û 2 Dîrok 7:1-da.

Lê gelo çira hine meriv texmîn dikin ku caba duayên wan kes nade? Seva ku duayên me bêne bihîstinê, em gerekê dua bikin tenê Yahowara,a Xwedêyê Kitêba Pîrozra, ne ku xudanên yan kesên dinra. Xwedê usa jî dewa dike ku em “li gora xwestina wî jê bixwazin”, dêmek wan tişta çi ku ew qebûl dike. Û Xwedê mera dibêje ku hergê em usa dua dikin, ew “dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14). Dêmek seva ku duayên me bêne bihîstinê, em gerekê Xwedêyê Kitêba Pîroz nas kin û pêbihesin ku qirara wî çi ye.

Gelek meriv bawer dikin, ku dua ew tenê edetê rêlîgiyayê nîne, lê Xwedê dua dibihê û caba dua dide. Îsaak ji Kênyayê, dibêje: “Min dua kir bona alîkariyê, seva ku Kitêba Pîroz hê rind fem kim. Û zûtirekê paşî wê yekê, kesek nêzîkî min bû û got ku dikare alîkariyê bide min, kîjan ku minra lazim bû”. Hîlda ji Fîlîpînê, dixwest cixarê biterkîne. Ewê çi jî dikir, lê yeke nedihate standin, û malxê wê şîret da wê, ku bona alîkariyê Xwedêra dua bike. Ewê ew şîret da xebatê û dibêje: “Ez ecêbmayî mam ku çawa Xwedê alî min kir. Usa bû ku bal min hêdî-hêdî xwestina kişandina cixarê unda bû. Û min karibû cixarê biterkînim”.

Gelo Xwedêyê qewat dixwaze alî we bike di xemgînên weda, hergê hûn li gora xwestina wî dua dikin?

a Yahowa ew heye navê Xwedê çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin