KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 2 rûp. 8-10
  • Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÎSA DERHEQA KÎJAN QEWIMANDINA GOT?
  • EV PÊXEMBERTÎ ÇI TÊNE HESABÊ SEVA ME?
  • Kitêba Pîrozda Derheqa Erdhejên Qayîm Çi Hatiye Pêxembertîkirinê?
    Têmên Din
  • Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 2 rûp. 8-10
Şedê Yehowa teglîfê dide kulfetê ku hatiye ber stêndê.

Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?

Ji peyçûyên Îsa hineka dixwestin bizanibûna, ku çi çax Padşatiya Xwedê wê destpêke serwêrtiyê bike. Îsa caba wan da û got, wekî konkrêt ewana wê evê yekê nizanibin (Karên Şandiya 1:6, 7). Lê pêşiyê, ewî wanra gotibû, ku çaxê peyçûyên wî hine qewimandina bivînin, wê “bizanibin ku Padşatiya Xwedê nêzîk e” û ew wê zûtirekê destpêke serwêrtiyê bike (Lûqa 21:31).

ÎSA DERHEQA KÎJAN QEWIMANDINA GOT?

Îsa got: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiya, cî-ciya erdhejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê bibin, li ezmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin” (Lûqa 21:10, 11). Em zanin wekî bi saya xezên ser tiliya, dikarin têderxin ew destê kê ye. Anegorî wê yekê bi saya qewimandina, derheqa kîjana Îsa digot, em dikarin nîşana hatina Padşatiya Xwedê têderxin. Gelo ev qewimandin li temamiya dinyayê gerekê hevra biqewimiyana? Werên evê yekê şêwir kin.

1. ŞER

Şer, tank, û çekên din.

Sala 1914 şerekî usa destpêbû, ku ser gelek meriya û gelek ciya hukum kir, terîxiyêda tiştên usa neqewimîne! Terîxzan gelek car dibêjin, wekî sala 1914 terîxiya însanetê guhast, çimkî ew şerê hemdinyayê ya ewlin bû. Wî şerîda hatine xebitandinê tank, bombên hewê, gaza jerdedayî û cûre-cûre çekên xof. Pey wêra şerê hemdinyayê yê duda destpêbû, kîderê ku cara pêşin çekên atomê dane xebatê. Ji sala 1914, şer pey şerra diqewimin, ji bo çi jî bi mîlîona meriv têne kuştinê.

2. ERDHEJ

Ji bo erdhejê tam hildişên.

Li gora “Britannica Academic”, her sal weke 100 erdhejên qayîm diqewimin, kîjan ku “ziyaneke mezin” tînin. Usa jî li gora hesabê “Geological Survey” ya Welatên Yekbûyî, “li ser hîmê hesabên sala 1 900”, her sal dikarin 16 erdhejên mezin biqewimin. Hinek difikirin wekî erdhej zêde nebûne, lê bi saya hine têknîkên teze, meriv dikarin pêşda wana têderxin. Çi jî hebe, erdhejên mezin kîjan ku li temamiya dinyayê diqewimin, gelek ziyanê û mirinê tînin.

3. XELAYÎ-CELAYÎ

Xeza ku nîşan dike kêmasiya xwarinê.

Nav temamiya dinyayêda xelayî-celayî pêşda tên ji bo şera, korûpsiyê, problêmên aboriyêva girêdayî û ji bo gelek tiştên din. Hesabê Bernama Xwarinêye Hemdinyayêda “ya Sala 2018” hatibû gotinê: “Temamiya dinyayêda halê 821 mîlîon meriva usa xirab e, ku ewana dikarin birçî bimînin. Lê 124 mîlîon meriv îda birçîbûnêda nin”. Ji bo kêmasiya xwarinê her sal weke 3.1 mîlîon zar dimirin. Sala 2011-da, ev bû meniya sereke, ku weke 45 selef zar ser temamiya dinyayê mirin.

4. NEXWEŞIYÊN HAL

Sîmbola bîokîmyayê.

Hesabê “Organîzasiyona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê” usa eyan dike: “Qirna 21 îda bi çend nexweşiyên hal eyan e. Nexweşiyên kewin jî dîsa pêşda hatine, yên usa ça kolera, mirina reş û taya zer. Xêncî wê yekê nexweşiyên teze pêşda hatine, mesele SARS û MÊRS nexweşiyên pişikava girêdayî, usa jî vîrûsên xof ça Ebola û Zîka”. Rast e zandar û doxdir gelek tişt pêhesiyane derheqa wan nexweşiya, lê dîsa jî ewana nikarin wan hemû nexweşiya qenc kin.

5. BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ SER TEMAMIYA DINYAYÊ

Dinya me û Kitêba Pîroz.

Çaxê Îsa derheqa rojên axiriyê pêxembertî dikir, ewî nîşanek jî eyan kir: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Rast e dinyayêda gelek tiştên xirab diqewimin, lê dîsa jî heyşt mîlîon meriva zêdetir ji her miletî, 240 welatada li ser 1 000 zimana zêdetir, mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê bela dikin. Tiştên usa mezin terîxiya însanetêda neqewimiye.

EV PÊXEMBERTÎ ÇI TÊNE HESABÊ SEVA ME?

Ev hemû tiştên ku Îsa pêxembertî kir, îro têne sêrî. Lê çima ev yek seva me ferz e? Çimkî Îsa got: “Gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Padşatiya Xwedê nêzîk e” (Lûqa 21:31).

Îsa ser texta ezmanî rûniştî ye ça Padşa li ser erdê cinetêra.

Zûtirekê Padşatiya Xwedê, wê bîne sêrî her tiştên ku Xwedê seva erdê qirar kiriye

Bi saya nîşan û kronolojiya Kitêba Pîroz em dikarin fem bikin, wekî Padşatiya Xwedê sala 1914-daa li ezmên hate kifşkirinê. Wî çaxî Xwedê, Kurê xwe Îsa Mesîh, kire Padşa (Zebûr 2:2, 4, 6-9). Zûtirekê Padşatiya Xwedê destpêke ser erdê serwêrtiyê bike, û ewê hemû serwêrtiyên meriva bide hildanê û erdê bike cinet, wekî meriv li ser heta-hetayê bijîn.

Dêmek, duakirina Îsa derheqa Padşatiya Xwedê, wê zûtirekê bê sêrî: “Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10). Gelo destpêbûyî ji sala 1914, Padşatiya Xwedê çi karê tîne? Û emê çi kerema bistînin, çaxê Padşatiya Xwedê bi temamî ser însanetê serwêrtiyê bike?

a Bona hê zêde elametî derheqa sala 1914, binihêre dersa 32 ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, kîjan ku Şedên Yehowa neşêr kirine.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin