KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 4/14 rûp. 2-5
  • Nava Merivada Xwe Pergal Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nava Merivada Xwe Pergal Xwey kin
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Rêberî bona Civata Mezine Sêrojî
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 4/14 rûp. 2-5

Nava Merivada Xwe Pergal Xwey kin

1. Çira ferz e wekî rabûn-rûniştandina me wedê hatina ser civata mezine sêrojî, pergal be?

1 Çaxê em têne li ser civatêd mezin, yêd ku her sal derbaz dibin, hingê merivêd dor-ber, dîna xwe didine me. Lema jî gelek ferz e wekî rabûn-rûniştandina me pergel be, çimkî ev yek dide kifşê ku Xwedakî çara em qulix dikin (Qan. Kah. 20:26). Rabûn-rûniştandina meye baş, kincxwekirin û xemilandin gerekê eşkere bidine kifşê, ku em şagirtêd Îsaye rast in. Gelo çaxê em bêne ser civata mezine sêrojî, em çi gerekê hildin hesab seva ku rabûn-rûniştandina me nava merivada pergal be, û bi vê yekê Bavê xweyî ezmana rûmet kin? (1 Pet. 2:12).

2. Çi mecalêd me hene, seva ku wedê civata mezin nîşan kin, ku mesîhî gerekê ça bin?

2 Nîşan ke, ku Mesîhî Gerekê Yekî Ça be: Ewê hizkirinê ya ku em hindava hev û merivêd din, didine kifşê, gelek cuda dibe ji ruhê dinyayê (Kols. 3:10; 4:5; 2 Tîmt. 3:1-5). Em usa jî gerekê hindava xebatkarêd rêstoranê û otêlê, berbihêr û sebir bin, û hela hê wî çaxî jî gava hine problêm pêşda tên. Xêncî vê yekê bi pergaliya xwe em usa jî dikarin hine pere bihêlin wan meriyara, yêd ku di otêlada yan jî rêstoranada ber me diçin tên.

3. Çi şîret dê-bavara tê dayînê, û çira?

3 Dê-bav gerekê rind dîna xwe bidine zarêd xwe, çaxê ewana di civata mezinda nin, rêstoranada yan jî otêlda nin (Metlk. 29:15). Mezinê rêstoranekê cuteke zewicîra usa got: “Em zef we hiz dikin. Çimkî malbetêd we û zarêd we, rabûn-rûniştandina pergalî didine kifşê û berbihêr in. Hemû xebatkarêd me, derheqa we xeber didin, û meyê bixwesta wekî hûn her heftî li vir bûna”.

4. Li ciyê derbazkirina civata mezin, kincxwekirina me gerekê çi cûreyî be?

4 Kincxwekirina Layîq û Berbihêrî: Kincxwekirina me wedê civata mezin, gerekê layîq û berbihêr be. Û kincêd me gerekê stîla vê dinyaye bê şerm, nede kifşê (1 Tîmt. 2:9). Xêncî vê yekê em dixebitin, wekî kincxwekirina me di otêlêda û wedê dinda, pêşiya û paşê civata mezin qirêj û ne layîq nîbe. Heger em usa bikin, emê firnaq bin plakêtkê li ser xwe bigerînin, û ne jî şerm bikin şedetiyê bidin çaxê mecal çêbe. Hatina me û rabûn-rûniştandina meye pergalî li ser civata mezine sêrojî ya sala 2014, wê ne ku tenê dîna meriya bikişîne li ser mizgîniya ji Kitêba Pîroz ku emir xilaz dike, lê wê usa jî dilê Yahowa şa ke (Sêfn. 3:17).

Rêberî Bona Civata Mezine Sêrojî ya Sala 2014

◼ Siheta Derbazkirinê: Derê avayê siheta 8:00 vedibe. Her sê roj, bername wê 9:20 destpêbe. Çaxê bira elam ke ku miqam niha wê destpêbe, hingê her kes gerekê ciyê xwe bigire, seva ku bername layîq derbaz be. Roja Îniyê û Şemiyê kilam û duakirina xilaziyê, wê 16:55 bibe. Lê Ledê siheta 15:50.

◼ Civatêd Mezine Hemdinyayê: Di hine welatada wê civatêd mezine hemdinyayê derbaz bin. Bîr nekin ku fîlîal xwexa safî dike, ku kîjan civata û meriya teglîf ke. Lê pêşiya wê yekê ku wana teglîf kin, fîlîal dijmêre wekî çiqas ciyêd rûniştinê, ciyê sekinandina avtoya heye, usa jî ku di otêlada wê çiqas otax destkevin. Heger qulixkar bixwazin herin li ser civata mezine hemdinyayê, lê civata wan nehate teglîfkirinê, û ewana yeke safî dikin bê teglîfkirinê herin, dikare usa biqewime ku ji bo vê yekê, li ciyê derbazkirina civata hemdinyayêda dikarin problêm çêbin. Heger civata te hatiye teglîfkirinê li ser civata mezine sêrojî, lê tu ji bo dereca xwe nikarî herî, û dixwazî herî li ser yekî mayîn, hingê tu xwexa nikarî safî kî wekî herî li ser civata mezine hemdinyayê.

◼ Ciyê Sekinandina Avtoya: Ji kerema xwe avtêd xwe berbi derê oda civata mezin nedine sekinandinê, seva ku meriya peya kin. Ev yek nakeve wan meriya, yêd ku emirê xweda mezin in û nikarin rê herin. Her ciyada derece ji hev cude dibe, lema jî seva ku terbetiyê xwey kin, her ajovan gerekê hilde hesab wan rêberiya kîjan ku ew bira didin, yêd ku cabdar in seva ciyê sekinandina avtoya.

◼ Ciyêd Rûniştandinê: Rast e her şebeqa derê oda civatê wê vekirî bin, ji kerema xwe hildin hesab ku em gerekê lez nekevin wekî ciyêd pêşin ça seva xwe usa jî seva merivêd mayîn bigirin. Lê dewsê ruhê xwequrbankirinê me hêlan dike, wekî xûşk-birara qenciyê bixwazin. Çimkî ev yek dide kifşê ku em mesîhiyêd rast in, û yêd dinêna jî hêlan dikin ku pesna bidine Xwedê (Yûhn. 13:34, 35; 1 Korn. 13:4, 5; 1 Pet. 2:12). Cî hûn dikarin tenê seva wan meriya bigirin, yêd ku tevî we di malekêda dijîn, yan jî yêd ku tevî we avtokêda hatin, usa jî bona wan dikarin cî bigirin tevî kîjana ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin.

◼ Xwarin: Dewsa ku wedê nanxwarinê oda civata mezin bihêlin û herin wê baş be, wekî xwarina sivik tevî xwe bînin. Heger lazim e dikarin usa jî, tevî xwe hildin çenteke usa kîderê ku xwarinê bikaribin xwey kin ku xirab nebe, û kîjan ku bin korsiyê cî dibe. Lê çentêd vî cûreyî yêd ku mezin in, û firaqêd şûşê îzin tune ku li ser civatêd mezin bînin.

◼ Qurbankirin: Em dikarin bi wê yekê razîbûna xwe hindava hazirkirina civata mezin bidine kifşê, hergê qurbankirina bi rezedilî bikin, yêd ku têne xebitandinê li ser şixulêd meye hemdinyayê bona civata mezin.

◼ Derman: Heger hûn nexweş in û doxtor wera dermana nivîsî ku vexwin, ji kerema xwe dermanêd xwe bîr nekin ku li ser civata mezin bînin. Çimkî diqewime ku dermanêd vî cûreyî li ser civatêd mezin tunene. Hemû cûre derziya îzin tune ku bavêjine qutiyêd gemara, yêd ku li ser têrîtoriya civatêd mezin in û otêlada nin. Çimkî ev yek gelek xof e.

◼ Xwexweykirin ji Qeziya: Ji kerema xwe, seva ku hûn bikaribin xwe ji qeziyê xwey kin, fesal bin ku lez nekevin û neşimitin. Her sal gelek qezî diqewimin ji bo wê yekê, ku solêd penîbilind pê dikin. Sol gerekê layîq bin, hingê wê wera hêsa be û hûnê netirisin li ser pêpelûnga yan jî ciyêd din bigerin.

◼ Erebe Bona Zara (Kaleske), û Kursiyêd ku Têne Topkirinê: Li ciyê derbazkirina oda civata mezin, îzin tune bidine xebatê erebe bona zara û kursiyêd ku têne topkirinê. Lê îzin heye ku tev xwe bînin kursiyêd usa bona zara, di kîjanada ku zar bê xof in. Û ev kursiyê zara, hûn dikarin kêlaka kursiya xwe bişidînin.

◼ Xebitandina Parfiyûmê: Hine civatêd mezin ciyêd dadayîda derbaz dibin. Lema ji bo hizkirina hindava yêd dinêna, wê baş be wekî em tiştêd parfiyûmêye usa nedine xebatê, bîna kîjana ku zef qayîm e. Çimkî ev yek dikare hukum ke li ser sihet qewata wan meriya, alêrjiya kîjana ku li ser tiştêd usa hene (1 Korn. 10:24).

◼ Ev Kî ku Dixwazin Hê Zêde Derheqa Xwedê Pêbihesin: Heger wedê pêrîoda civata mezine sêrojî, qulixkar wedê dannasînkirina neformal kesekîra dannasîn kirin, û ew meriv xwest hê zêde pêbihese hingê dikarin tijekin ew blanka ku lazim e (S-43). Blankêd tijekirî gerekê bidine îdara edebiyetara, yan jî çaxê ji civata mezin wegerin dikarinî bidine sêkrêtarê civata xwe.

◼ Xwarin Paşî Civata Mezin: Çaxê hûn paşî civata mezin safî kin herin cîkîda xwarinê bixwin, bîra xweda xwey kin ku bi rabûn-rûniştandina xwe gerekê Yahowa hurmet kin. Kincêd xwe usa xwe kin, çawa ku layîqî qulixkarê Xwedê ye. Heger hûn herin cîkîda kîderê ku hûn gerekê xwarinê sifareş kin ku bixwin, hingê dikarin hine perêd zêde jî bihêlin xebatkarêd wan ciya, heger ew bi edeta vî ciyê ye.

◼ Ciyê Jîyînê:

Çaxê hûn dixwazin di malekêda cîwar bin, hingê gerekê wan tiştêd jêrê nivîsar hildine hesab.

(1)Ji kerema xwe, di hemû derecada seva ku derheqa hewcêd xwe tiştekî kifş kin, bidine xebatê blanka lazim (CO-5a)

(2) Ji kerema xwe bîr nekin ku di malekîda hûn dikarin haqas wede bimînin, çiqas ku lazim e seva ku hûn li ser civata mezin bin.

(3)Lazim e rind dîna xwe bidine zarêd xwe, û wana tenê nehêlin.

(4) Mêvanhiziya xûşk-bira qebûl kin, û razîbûna xwe bidine kifşê.

(5) Heger hûn mecbûr in blanka xwe ret kin, hingê gerekê eseyî, çiqas dikarin zû sêkrêtarê civata xwera bêjin.

◼ Qulixiya Rezedilî: Her kes kî ku dixwaze alîkariyê bide seva temizkirina oda civata mezin, dikare bêje wê îdarê, kîjan ku seva alîkariya temizkirina civata mezin cabdar e. Zarêd heta 16 salî jî dikarin di şixulê temizkirinêda kar bikin, û ewana evê yekê dikarin bikin yan tevî dê-bavê xwe, yan jî tevî wan meriya,yêd ku miqatî wan dibin û kîjanara ku dê-bav îzin dane wekî bona wan cabdar bin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin