KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 7/14 rûp. 3
  • Çev Bide Sêfaniya Pêxember

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bide Sêfaniya Pêxember
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Bigere Pêşiya Roja Hêrsbûna Wî
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Cem Yoşiya Hevalêd Baş Hebûn
    Zarên Xwe Hîn kin
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 7/14 rûp. 3

Çev Bide Sêfaniya Pêxember

1. Sêfaniya kîjan derecada ça pêxember qulix dikir, û çira ewî meselekî baş e seva me?

1 Ev yek B.D.M, di orta qirna heftada qewimiye, çaxê qulixkirin Baelra hê pêşda diçû û serfiraz dibû. Amon Padşê xirab, çendeke ça hatibû kuştinê, û niha Yoşiya Padşa serwêrtiyê dikir (2 Dîr. 33:21–34:⁠1). Nava wî wedeyîda, Yahowa kifş kiribû Sêfaniya, seva ku ew derheqa dîwankirina Xwedê elam ke. Diqewime Sêfaniya endemê ji malbeta padşê bû, lê ewî yeke bi mêrxasî sert elam dikir derheqa dîwankirina Yahowa (Sêfn. 1:1; 3:​1-4). Anegorî vê yekê, em jî çev didine mêrxasiya Sêfaniya pêxember, û nahêlin wekî hevgrêdana me tevî malbetê, xirab li ser qulixkirina me Yahowara hukum ke (Met. 10:​34-37). Gelo Sêfaniya derheqa çi elam dikir, û axiriya vê yekê çawa bû?

2. Çi em gerekê bikin, seva ku ji roja Yahowayî hêrsê xilaz bin?

2 Bigerin Rêberiya Yahowa: Tenê Yahowa dikare meriya ji roja xweye hêrsê xilaz ke. Lema jî Sêfaniya elamî merivêd Cihûdayê dikir, seva ku ewana bigerin Yahowa, bigerin rastiyê û milûktiyê, heta ku wede hê hebû (Sêfn. 2:​2, 3). Evê yekê em derheqa rojêd îroyîn jî dikarin bêjin. Mîna Sêfaniya, em meriya hêlan dikin wekî ewana bigerin Yahowa. Lê em jî gerekê tiştekî bikin, dêmek xwera safî kin, ku çi jî hebe, ji Yahowa dûr nekevin (Sêfn. 1:⁠6). Çaxê em bi dil can Xebera Xwedê hîn dibin û dua dikin seva rêberiya wî, bi vê yekê em Yahowa digerin. Çaxê em bi emirekî namûs û temiz dijîn, bi vê yekê em rastiya wî digerin. Çaxê em dixebitin ku guhdariya xwe bidine kifşê hindava rêberiyê, ya ku teşkîleta Yahowa dide, bi vê yekê em milûktiya wî digerin.

3. Çira em gerekê li ser qulixkirina xwe bi pozîtîv binihêrin?

3 Axiriya Baş: Elamkirina Sêfaniya derheqa dîwankirinê, dilê hine merivêd Cihûdayê girt. Lê diqewime nava geleka ji wan meriya, ew cahil bûn yêd ku biçûktayêda tevî Yoşiya destpêdikirin Yahowa bigerin. Hine wede şûnda Yoşiya destpêkir hê zêde miqabilî pûtparistiyê here, yê ku di vî erdîda pêşda diçû (2 Dîr. 34:​2-5). Rast e îro jî hine toximêd Padşatiyê dikevin devê rê, li ser erdê kevirî, yan nava stiriya. Lê yeke hene yêd usa jî, yêd ku dikevin li ser erdê qenc û ber didin (Met. 13:​18-23). Em bawer in wekî Yahowa wê berdewan ke qewata me kerem ke, hergê em şixulêd wîva mijûl in û toximê Padşatiyê hemû dera direşînin (Zeb. 126:⁠6).

4. Çira em gerekê hîviya roja Yahowa bin?

4 Hine merivêd Cihûdayê dişirmîş dibûn, wekî Yahowa dîwana xwe tu car wê neke. Çi jî hebû, Yahowa hemûşka guman dikir wekî roja wîyî mezin nêzîk bû (Sêfn. 1:​12, 14). Xilazkirin wê tenê seva wan meriya be, yêd ku cî-sitarê cem Yahowa digerin (Sêfn. 3:​12, 17). Lema werên em hîviya Yahowa bin, û lezetê bivînin di qulixkirina yektîda tevî xûşk-bira! (Sêfn. 3:​8, 9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin