Çawa bi Alîkariya Textêd Edebyata, Şedetî Bidin
Şedetîkirin pê stênda û textêd cîguhastinê, mêtoda zef baş e, seva ku rastiyê bigihînin dilê merivêd helal (Yûhn. 6:44). Lema jî rûspî hêlan dibin wekî şedetîkirina wî cûreyî saz kin, li wê têrîtoriya civata xwe, kîderê ku gelek meriv top dibin. Rast e stêndêd me yêd cîguhastinê ne, û ciyê sekinandina wan tê guhastinê, eseyî nîne seva wê yekê ji hukumeta îzinê bixwazin. Di vê yekêda kî dikare kar bike? Ew qulixkar, yêd ku şixulêd xweda terbet in, merîfet in û bi feresetêd xeberdanêye baş in. Jêrê hine rêberî tê dayînê ku çi gerekê bikin û çi na. Ew rêberî wê alî qulixkara bike, wekî hê serfiraz bin.