KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 5/15 rûp. 2-3
  • Alî Kora Bike, ku Pêbihesin Derheqa Yahowa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alî Kora Bike, ku Pêbihesin Derheqa Yahowa
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin Korara
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
km 5/15 rûp. 2-3

Alî Kora Bike, ku Pêbihesin Derheqa Yahowa

1. Çawa Îsa remtiya xwe hindava merivêd korda, da kifşê?

1 Heta mirina Îsa çend roj mabû. Çaxê ew ji şeherê Erîhayê derdiket, du merivêd kor yê ku pars dikirin, kirine gazî: “Xudan, . . . li me were remê”. Rast e Îsa zanibû wekî çetnayîke giran hîviya wî ye û ew ça barekî giran ser dilê wî bû, lê ew yeke sekinî, gazî wan du mêra kir û ew qenc kirin (Met. 20:29-34). Lê ça em dikarin çev bidine remtiya Îsa, hindava merivêd korda?

2. Çaxê em dannasînkirinêda rastî merivê kor tên, çawa em dikarin şedetî bidinê?

2 Alîkariyê Bide: Hergê tu rastî merivekî kor hatî, pêşiyê nasiya xwe bide wî, û bipirse ku çawa dikarî alîkariyê bidî. Gelek car merivêd kor dikevine bin şikê, çaxê kesek dixwaze alîkariyê bide wan. Lê hevalhizî û helaliya me, dikare nihêrandina wan hindava meda biguhêze. Bîr neke wekî korbûna meriya, bi cûre-cûre ye û bi wê yekê tu dikarî têderxî ku çi alîkarî dikarî bidî wî merivî. Paşî wê yekê çaxê te got ku hazir î alî wî bikî, dikarî usa jî bêjî, wekî tu Kitêba Pîroz meriya hîn dikî. Û dikarî hine rêzêd ji Kitêba Pîroz wîra bixûnî, mesele Zebûr 146:8 yan Îşaya 35:5, 6. Tu usa jî dikarî alî wî bikî, ku ew ji jw.org faylêd aûdîo xwera bide kişandinê. (Binihêre çargoşê “Çaxê Alîkariyê Didî Merivê Kor . . .”).

3. Ça em dikarin merivêd kor di têrîtoriya xweda bivînin?

3 Bivîne Merivêd Kor: Wedê dannasînkirina mal bi mal, gelek car merivêd kor rastî me nayên, çimkî geleka ji wan xwe hêsa texmîn nakin seva ku xeber din tevî merivêd nenas. Bi rastiyê jî lazim e qewatê bidine xebatê, seva ku merivêd kor “bibînin” û bikaribin şedetî bidine wan (Met. 10:11). Diqewime merivê kor tevî te dixebite yan jî hîn dibe. Gava pêşin tu bavêje, ku wîra xeber dî. Tu kesekî nas dikî, cem kîjana ku neferêd malêye kor hene? Dibeke di mihala teda organîzasyonek heye, ya ku alîkariyê dide merivêd kor, yan jî hine xaniyêd usa saz dikin, kîderê ku merivêd kor dimînin. Şiroveke neferêd malbetêra, merivê ku ber derê wî xanî rûniştiye, yan mezinê wî xanîra, wekî Şedêd Yahowa gelek dixwazin aliyê merivêd kor bikin, û wanara aûdîo nivîsara bînin. Ji Kitêba Pîroz wî merivîra nîşan ke, ku Xwedê soz dide, wekî zûtirekê ewê çevêd kora weke. Çaxê tu nêta hatina xwe dibêjî, ev yek dikare mecalê bide te ku bikaribî tevî merivêd kor destpêkî xeberdanê.

4. Em çi ders seva xwe hildidn ji mesela Janêt?

4 Xûşkeke kor bi navê Janêt çûbû wî xanî, kîderê ku merivêd kor dijîtin. Evê xûşkê destpêkir xeberdan tevî kulfeteke cahil. Janêt gote wê, “Îsa yêd kor qenc dikir, seva ku nîşan ke wekî li axiriyê ewê çi bike seva hemû merivêd kor”. Wana tevayî şêwir kir Eyantî 21:3, 4 û Janêt şirovekir ku çawa ew soz, bi saya Padşatiya Xwedê wê bê sêrî. Kulfet hine arxayîn bû û got: “Min tucar nihêrandina usa ji merivê kor nebihîstiye. Gelek merivêd ku dikarin bivînin, divêjin ku meriv lema kor dibin, çimkî ewana yan jî kal-bavêd wan, tiştekî nerast kirine”. Janêt bi êmaîlê ewê kulfetêra lînk şand li ser kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Û niha ewana heftiyê du cara tevayî Kitêba Pîroz hîn dibin.

5. Rast e em mîna Îsa nikarin merivêd kor qenc kin, lê xemkirina me hindava wan, wê çi kerema bîne?

5 Rast e em nikarin merivêd kor qenc kin çawa ku Îsa dikir, lê em dikarin alî wan hemûya bikin, ser kîjana ku xudayê wê dinyayê, şewereşa kora aniye ser femê wan. Em usa jî dikarin alî merivêd kor bikin, ku rastiya ji Xebera Xwedê fem bikin (2 Korn. 4:4). Îsa nêzîkî Erîhayê, du merivêd kor qenc kirin, çimkî “gunê Îsa li wan hat” (Met. 20:34). Hergê em jî anegorî Îsa hewasa xwe hindava merivêd kor didine kifşê, hingê em dikarin lezetê bivînin ji wê yekê, ku karibûn alîkariyê bidin hineka, wekî pêbihesin derheqa Yahowa, yê ku korbûnê wê heta-hetayê bide hildanê.

Çaxê Alîkariyê Didî Merivê Kor . . .

  • Çaxê xeber didî, wî binihêre, û dengê xwe bilind neke. Rast e merivêd kor nikarin bivînin, lê ewana rind dibihên.

  • Tu dikarî destê xwe dirêjî wî kî, ku ew bikaribe destê xwe bavêje milê te, çaxê hûn rê diçin. Ewê bikaribe pey te here, hergê tu xwe berbi vî digirî û gavêd biçûk davêjî. Çaxê tu divînî ku li ser riya we çal e, heykel e, kevir e yan jî tiştêd din e, ferz e ku wîra bêjî.

  • Tu dikarî bidî xebatê xeberêd usa ça “binihêre”. Meriyêd kor jî xeberêd usa didine xebatê. Ewana “divînin” bi cûrekî mayîn, mesele çaxê didine ber çevê xwe ev yek, çi ku kesek wanara şirovedike.

  • Li cîkî usada şêwra hev bikin, kîderê ku xewle ye. Gelek car merivêd kor xwe hêsa texmîn nakin li wan ciyada, kîderê ku gelek çûyîn-hatina meriya heye û cîkî nerihet e. Çimkî wanara çetin dibe bizanibin, hela dor-berê wan niha çi diqewime.

  • Çaxê tu ji merivê kor diçî, derheqa çûyîna xwe wîra bêje. Çimkî ew dikare berdewan ke xeber de, çaxê tu wêderê nîbî.

  • Hergê merivê kor hewasa xwe dide kifşê, lê di têrîtoriya teda najî, hingê tu gerekê tije kî ev blanka lazim (S-43), û bidî sêkrêtar.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin