Qutiya Pirsa
◼ Lazim e ku xizmetkar întêrnêtê bide xebatê seva şedetîkirinê, yan jî çaxê derbaz dike hînkirina Kitêba Pîroz tevî kesekî, yê ku di welatê dinda dijî?
Hine qulixkar întêrnêtê didine xebatê, seva ku destpêkin hînkirina Kitêba Pîroz li welatada, kîderê ku şixulê me sînorkirî ye, yan jî kîderê ku tenê çend xizmetkar hene. Hine derecada, evê yekê kareke mezin anî. Lê dikare hinekî xof be jî, çaxê xizmetkar bi e-nemê şêwir dike tevî merivê nenas. (Binihêre “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, ya meha Tîrmehê sala 2007, rûp. 3 (ru).) Çaxê em tevî wana usa şêwir dikin, nêta me ev e, ku mizgîniya Padşatiyê bigihînine merivên helal, lê car-cara dikare usa biqewime ku ev yek dikare me bike nava telika hevaltiya xirab û rabera (1 Korn. 1:19-25; Kols. 2:8). Xêncî wê yekê di wan welatada kîderê ku şixulê me sînorkirî ye, yan jî qedexekirî ye, hine neme dikarin bin çevnihêrandina hukumetêda be. Û ev yek dikare seva hine xûşk û birên wî welatî ziyan be. Lema jî xizmetkar, gerekê nekeve onlaynê, seva ku di welatên dinda kesekî bivîne û şedetiya mizgîniya xêrê bide.
Hergê fîlîala we rêberiya cûrekî din nade, hingê hergê em neformal şedetiyê didin kesekî, yê ku ji welatê din hatiye, çaxê ku ew wegere mal, em gerekê berdewam nekin jêra dannasîn kin. Dewsê dikarin wîra nîşan kin ku çawa ew dikare jw.org bide xebatê seva ku hê zêde elametî bistîne, yan jî çawa ew dikare tevî Fîlîala welatê xwe têklî be. Em usa jî dikarin ewî hêlan kin, ku here Oda Civatê nêzîkî mala xwe. Hemikî hine welatada, Oda Civata tune. Hergê ew dixwaze ku kesek ji Şedên Yahowa ji mihala wî bê cem wî, em gerekê tije kin ev blanka lazim (S-43) û bidine sêkrêtar, yê ku evê blankê wê bişîne bi saya jw.org. Fîlîala wî welatî, kîderê ku ew meriv dijî, dîna xwe dide şixulê wî welatî û dereca wî welatî rind zane, lema jî fîlîal wê bikaribe rêberiya baş bide seva alîkariya ruhanî. (Binihêre “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, ya meha Hezîranê sala 2014, rûp. 7; û “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Teşrînê, sala 2011, rûp. 2 (ru).)
Hergê em merîkîra niha serlêdanê dikin, yê ku gerekê welatê din be, yan jî diqewime em niha bi întêrnêtê derbaz dikin hînkirinê, tevî merivê ku di welatê dinda dijî, û em wî tenê bi întêrnêtê nas dikin, hingê em gerekê dîna xwe bidine rêberiya jorê gotî. Lê em hê dikarin berdewam kin hewasa wî merivî hindava mizgîniyêda mezin kin, heta ku ew tevî qulixkarên welatê xwe têklî be. Çi jî hebe, hergê meriv dijî di wî welatîda, kîderê ku şixulê me sînorkirî ye, yan qedexekirî ye, hingê lazim e gelek fesal bin, çaxê derheqa têmên Kitêba Pîroz bi nema, bi têlê, yan hacetên elektronêye din, şêwir dikin (Met. 10:16).