Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Alîkariyê Bide Yên Teze
Ev Yek Çira Ferz e: Yên teze gerekê hîn bin “hemû temiyêd” ku Îsa dane, biqedînin. Mesele nava vê yekêda dikeve ew, ku yên dinêna rastiyê hîn kin (Met. 28:19, 20). Geleka ji yên teze îda cêribandî bûne û di Mekteba Dannasînkirinêda kar dikin. Ewana usa jî îda dikarin neferên mala xwera û hevalên xwera, neformal şedetî bidin. Xêncî wê yekê çaxê ewana diqedînin ewê yekê çi ku hîn dibin û pêdihesin wekî Yahowa dixwaze ku merivên ji hemû mileta mizgîniya xêrê bibihên, hingê ewana xwexa jî dixwazin derkevin dannasînkirinê (Rom. 10:13, 14). Paşî wê yekê çaxê ewana dibine qulixkarên nenixumandî, hingê hînkirina baş dikare alî wan bike hê xîret bin û ruhanîda pêşda herin (Lûqa 6:40).
Evê Yekê vê Mehêda Bide Xebatê:
Tevî şagirtê xwe mal bi mal derkeve dannasînkirinê, û paşê tevî wî jî here li ser serlêdanê yan hînkirina Kitêba Pîroz. Hergê şagirtê te tune, dikarî kesekî tevî xwe teglîf kî, yê ku ruhanîda cêribandî nîne, û tevî wî şixulkariyê bike.