MÎNA ÎSA BIJÎN
Hînbûna Xweye Şexsî hê Kêrhatî ke
EV YEK ÇIMA FERZ E: Hînbûna şexsî ya Xebera Xwedê alî me dike, wekî bi temamî fem bikin beraya, dirêjaya, bilindaya û kûraya rastiyê (Ef. 3:18). Ev usa jî alî me dike, ku vê dinya zulmda bêleke bimînin, û li “xebera jiyînê hilgirtî” bin (Flp. 2:15, 16). Wedê hînbûna şexsî ya Xebera Xwedê, em dikarin bivînin têma ku xût mera lazim e. Em çi dikarin bikin, ku hê zêde karê bistînin ji xwendin û hînbûna Kitêba Pîroz?
ÇAWA EVÊ YEKÊ BIKIN:
Xwera kifş ke rêz û hine fikirên sereke binivîse Kitêba Pîroze xweda bi kîjanî tu lêkolîna dikî, û firqî tune ev bi cûrê elektronîk e yan ya neşirkirî ye
Wedê xwendina Xebera Xwedê wan pirsa bide xwe: “Kî? Çi? Kengê? Kîderê? Çima? Ça?”
Îzbatiya bivîne. Li gora têma, yan rêzên Kitêba Pîroz, bide xebatê hacetên bona lêkolînê
Bifikire ser tiştên ku dixûnî, wekî têderxî çawa evê elametiyê bidî xebatê
Tiştên ku pêdihesî, jîyîna xweye her rojîda bide xebatê (Lq. 6:47, 48)
BINIHÊRE VÎDÊO “BI HÎNBÛNA ŞEXSÎ, XWE QEWÎ LI XEBERA XWEDÊ BIGIRIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Hine meriv çi dibêjin derheqa hînbûna şexsî?
Çima em gerekê her hînbûneke xweye şexsî bi duakirinê destpêkin?
Çi dikare alî me bike, wekî hê rind rêzên Kitêba Pîroz fem bikin?
Em çi cûreyî dikarin Kitêba Pîroze xweda tiştekî kifş kin?
Çima çaxê em Xebera Xwedê dixûnin, gelek ferz e wekî em li ser bifikirin?
Ça bidine xebatê tiştên ku em pêhesiyan?
“Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamiya rojê ez ser wê difikirim” (Zb. 119:97).