MÎNA ÎSA BIJÎN
“Berdewam kin ser wan Tişta Bifikirin”
Gelo ser kîjan tişta? Fîlîpî 4:8-da tê gotinê, wekî em gerekê ser wan tişta bifikirin, çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi maqûltiyê ye, çi ku bi heqiyê ye, çi ku bi helaliyê ye, çi ku bi xweşiyê ye, çi ku bi firasetiyê ye û her tiştên ku esilî û layîqî qencgotinê ne. Hemikî ev nayê hesabê, ku em gerekê 24 siheta tenê derheqa Kitêba Pîroz bifikirin. Fikirên me gerekê Yehowa xweş bên. Ev fikir gerekê ne ku me sist kin, lê bişidînin wekî em aminiya xwe xwey kin (Zb. 19:14).
Dikare zemet be, wekî fikirên nebaş ji xwe dûr xin. Lê çi jî hebe, em gerekê ewan xwestina ji xwe dûr xin, ku nekevine ber bayê Şeytan, kîjan ku “xwedayê vê dinyayê” ye (2 Kr. 4:4). Şeytan temamiya dinyayê û usa jî hemû bernamên têlêvîziyonê, radîo, înternêt, û edebyetên neşirkirî, kontrol dike. Lema jî hergê em fesal nîbin, ev dikarin zirarê bidine me. Wê baş be em hişê xwe tenê bi fikirên baş tije kin, çimkî derheqa çi jî em difikirin ev yek dikare li ser kirên me hukum ke (Aqb. 1:14, 15).
BINIHÊRE VÎDÊO “XWE JI VAN TIŞTA DÛR BIGIRE YÊN KU AMINIYÊ HILDIŞÎNIN; WEDEDERBAZKIRINA NECAYÎZ,” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Bira, têla xweda çi dinihêrî, û çawa ev yek li ser wî hukum bû?
Çi cûreyî Galatî 6:7, 8 û Zebûra 119:37 alî wî kirin?