MÎNA ÎSA BIJÎN
Erdê, Çem Hûfî Xwe Kir
Nava temamiya terîxiyêda, cûre-cûre zemanada, serwêrên polîtîkê alî cimeta Yehowa dikirin (Ez. 6:1- 12; Es. 8:10-13). Hela hê wedê meda jî me dît, ku “erd”, yanê pareke vê dinyayê, carna bi aqilayî didine sekinandinê, peyketinên cimeta Xwedê, ku mîna çêm dirijin, kîjan ku Şeytan Mîrê-cina pêşda tîne (Ent. 12:16). Yehowa, Xwedayê ku xilaz dike, carna serwêra hêlan dike, wekî ewana rihetiyê bidine cimeta Wî (Zb. 68:20; Mtl. 21:1).
Lê hergê tu seva baweriyê kirine kelê? Tu car dudilî nebe, ku çevê Yehowa ser te ye (Dsp. 39:21-23; Zb. 105:17-20). Bawer be, wekî baweriya te wê bê xelatkirinê, û wekî aminiya te, xûşk-bira ser temamiya dinyayê dişidîne (Flp. 1:12-14; Ent. 2:10).
BINIHÊRE VÎDÊO “BIRÊN KORÊYÎ JI KELÊ HATINE AZAKIRINÊ”, PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Çima bi hezara birên me di kela Korêya Başûrêda, bi sala rûniştine?
Çi hukumetiyê hêlan kir, ku hine birên me zû ji kelê aza kin?
Çawa em dikarin alî birên xwe bikin, kîjan ku hemdinyayêda ji bo baweriya xwe kelada rûniştine?
Çawa em dikarin azaya xweye îro, kêrhatî bidine xebatê?
Kî bi rastî alî me dike, ku em dîwanada serkevin?
Çawa ez azaya xwe didime xebatê?