FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 12
Cejina Derbazbûnê bona Mesîhiya Gelek Ferz e
12:5-7, 12, 13, 24-27
Îsraêliya gerekê gura rêberiya Yehowa bikirana, wekî ji bela deha ziyan nestandana (Drk. 12:28). Êvara 14 Nîsanê, hemû malbet gerekê mala xweda top bûna. Ewana gerekê berx yan jî kara bizinêye bêqisûre nêr ya yeksalî, serjêkirana û xûna vê rexderiya xistana. Paşê wana gerekê ev heywan pêda ser êgir bipêjanda û zû bixwarana. Usa jî heta şebeqê tu kes gerekê ji mal derneketa (Drk. 12:9-11, 22).
Guhdarî ça îro me diparêze?