FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 25-26
Tiştê Muhîm Konê Pîrozda
25:9, 21, 22
Sindoqa Peymanê konê pîrozda û temamiya zoma Îsraêlêda, tiştekî lapî ferz bû. Ev yek ku Xwedê wêderê bû, dihate kifşê bi ewirê ku orta du xêrûbada ser qalpaxê baxşandinê bû. Her sal Roja Kewandinê serekkahîn dikete Ciyê Herî Pîroz û xûna canega û bizinê pêşberî qalpax direşand, seva ku gunên Îsraêlê bêne kirînê (Qn.Kh. 16:14, 15). Ev siya vê yekê bû, ku Îsa dêmek Serekkahînê diha Mezin, çû ezmên cem Yehowa, seva ku qîmetê kirîna xwe, bide ber wî (Îbr. 9:24-26).
Rêzên jêrê beramber kin tevî kara ku me bi saya kirînê standiye:
RÊZ
KAR
hêviya jîyîna herheyî
baxşandina guna
îsafa temiz
Em çi gerekê bikin, seva ku evê karê qazanc kin?