KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb21 Çile rûp. 11
  • Safî ke Yehowara Xizmet kî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Safî ke Yehowara Xizmet kî
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Têmên Mîna Wê
  • Nixumandin Nêteke Hêja ye!
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Nixumandin; Dewakirin e bona Mesîhiya
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Nixumandin û Heleqetiya Te Tevî Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
mwb21 Çile rûp. 11
Riya xizmetkirina Yehowa, ser kîjanî ku nîşan hene. Nîşanên ser rê didine kifşê, gavên merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, tê ser civata, xizmet dike, û tê nixumandinê.

Çiqas maye tu bigihîjî nixumandinê?

MÎNA ÎSA BIJÎN

Safî ke Yehowara Xizmet kî

Dibe ku tu Kitêba Pîroz hîn dibî yan jî mizgînvanê nenixumandî û cahil î. Lê nêta te heye bêyî nixumandinê? Çima ferz e, wekî bixwazî bêyî nixumandinê? Tesmîlbûyîn û nixumandin ev heye destpêka dostiya te tevî Yehowa (Zb. 91:1). Ev usa jî te berbi xilazkirinê dibe (1 Pt. 3:21). Tu çawa dikarî bigihîjî vê nêta xwe?

Îzbat be, wekî te riya rast bijartiye. Çaxê hine pirs bal te pêşda tên, lêkolînê bike, ku caba pirsa bivînî (Rm. 12:2). Têderxe tu çi guhastina gerekê nav xweda bikî û wan guhastina bike, wekî dilê Yehowa şa kî (Mtl. 27:11; Ef. 4:23, 24). Hergav dua bike û alîkariyê ji Xwedê bixwaze. Bawer be, wekî Yehowa wê te qewî ke û bi ruhê xweyî pîroz piştgiriya te bike (1 Pt. 5:10, 11). Hêja ye tu bona vê yekê qewatê bidî xebatê. Xizmetkirin Yehowara riya jîyînêye pir baş e! (Zb. 16:11)

BINIHÊRIN VÎDÊO “NIXUMANDIN GAVEKE LAPE FERZ E”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Hine xûşk-bira, çaxê dixwestin bêne nixumandinê, ber  kîjan çetinaya teyax kirin?

  • Çawa tu dikarî baweriya xwe qewî kî, seva ku xwe tesmîlî Yehowa kî?

  • Hinek ji bo çi hêlan bûn ku gava bavêjin berbi nixumandinê?

  • Ewên ku safî kirin bêne nixumandinê, ça hatine keremkirinê?

  • Tesmîlkirin û nixumandin çi têne hesabê?

Xilaziya gotara nixumandinê, gotarvan wê bêje ewên ku gerekê bêne nixumandinê, wekî rabin û bi dengê bilind caba wan pirsa bidin:

Te gunên xwe tobe kiriye û xwe tesmîlî Yehowa kiriye û qebûl dikî, wekî bi saya Îsa Mesîh, tu dikarî xilazkirinê bistînî?

Tu fem dikî, wekî nixumandina te dide kifşê, wekî tu dibî Şedê Yehowa û tevî teşkîleta Yehowa dibî yek?

Cabên wane bi dil hemûyara didine kifşê, wekî ewana baweriya xwe kirînê tînin û bi temamî xwe tesmîlî Yehowa kirine (Rm. 10:9, 10).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin