KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb23 Adar rûp. 3
  • Ça Wedê Teşqela Alîkariyê Bidin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Wedê Teşqela Alîkariyê Bidin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Têmên Mîna Wê
  • Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Te Xwe Hazir Kiriye?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Tengasiyada Alî Kesên Din Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
mwb23 Adar rûp. 3

MÎNA ÎSA BIJÎN

Ça Wedê Teşqela Alîkariyê Bidin

Roja îroyîn teşqelên tebiyetê diha û diha zêde dibin. Seva ku wedê teşqelekê alî kesên ku zirar standine, bikin, her tişt gerekê rind bê organîzekirinê û wededa rêberî bê dayînê. Bona vê yekê Koma Rêberiyê rêberî daye, wekî hemû fîlîalada Îdara Alîkariyê Wedê Teşqelên Tebiyetê hebe.

Çaxê birên ji vê îdarê derheqa teşqelekê pêdihesin, ewana derbêra tevî rûspiyên vê mihalê têklî dibin, wekî pêbihesin hela xûşk-birên wêderê hewcê çi alîkariyê ne. Hergê zirara ji bo teşqelê usa mezin e, wekî xûşk-birên wêderê nikarin xwexa tiştekî bikin, wî çaxî fîlîal wê birên cêribandî kifş ke, wekî ewana bona kesên zirardîtî, alîkarî organîze kin. Ew bira dikarin bipirsin hela kê dikare bi rezedilî alîkariyê bide, û hûr-mûrên lazim qurban ke, yan jî ev bira dikarin tiştên lazim bikirin û xûşk-birara bela kin.

Organîzekirina vî cûreyî kareke mezin tîne. Bi saya vê yekê qewata xûşk-bira badîhewa nayê xerckirinê, nefemdarî pêşda nayê û pere pûç-betal xerc nabe, çimkî xûşk-bira tu tiştî bi serê xwe nakin.

Ew bira kîjana ku fîlîal kifş dike, dikarin safî kin hela vê derecêda çiqas pere wê lazim be û çiqas xûşk-bira dikarin alîkariyê bidin. Ewana usa jî dikarin tevî merivên dewletê xeber din, yên ku dikarin rêberî bidin, wekî alîkariya me zû bigihîje xûşk-bira. Lema jî tu kes gerekê xwexa safî neke, wekî pera top ke, tiştên lazim bişîne, yan jî xwexa here wî cîyî, kîderê teşqele qewimî ye, heta ku bira xwexa vê yekê nebêjin.

Yeke çaxê teşqele diqewimin, em gişk dixwazin alîkariyê bidin (Îbr. 13:16). Belê, em xûşk-birên xwe hiz dikin! Lê em çi dikarin bona wan bikin? Ya herî ferz em dikarin bona yên zirardîtî û yên ku alîkariyê didin, dua bikin. Em usa jî dikarin pera bona şixulê hemdinyayê qurban kin. Bi saya alîkariya Koma Rêberiyê, fîlîal dikarin têderxin û safî kin, hela kîderê diha zêde hewcetî heye, wekî perê qurbankirî bê xerckirinê. Û hergê em xwexa dixwazin alîkariyê bidin em dikarin tije kin Blanka bona Îdara Şixulê Avakirinê (DC-50).

BINIHÊRIN VÎDÊO LÊYÎKE MEZIN BRAZÎLYAYÊDA, Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:

Derece ji vîdêo “Lêyîke Mezin Brazîlyayêda”. Şikilê ku jorda nîşan dike ça lêyî mal û bax nixamtiye.

Çi dilê te girt çaxê te dîna xwe dayê, ku ça Şedên Yehowa sala 2020-da, paşî lêyîke mezin Brazîlyayêda, alîkarî dane yên zirardîtî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin